
Şerê dijwar pêk hat
YPG derbarê encama pevçûnên 24 seatên dawî de jî ev agahî dan: "Li Gundên Ayn Betê, Kavaçox û Tilik ên dikevin rojhilatê Kobanê pevçunên gelekî dijwar pêk hatin. Hêzên me di van qadan de 2 jê wesaîtên zirxî yên bi navê Hamer bi giştî 3 wesaît û doçkayekî 23 ruxandine. Di pevçunan de herî kêm 12 çete hatine kuştin. Çeteyan, cenazeyên xwe giredane pey panzeran, bi erdê ve xirikandine û bi vî avayî ji qadê dûr xistine. Hêzên me di heman demê de li hemberî van çeteyên ku derbe xwarine çalakiyek lidar xistin. Di vê çalakiyê de jî 9 çete hatine kuştin û doçkayekî 23 hatiye ruxandin. Hêzên me her wiha bi awayekî bi bandor li karvanêkî wesaîtan ê çeteyan ku dixwestin werin hawara van çeteyan jî xistine. Di encamê vê çalakiyê de jî wesayitek tevî çeteyên tê de ruxandin û 5 wesaîtên din jî hatine derbkirin. Lê nehate zanîn ka çend çete hatine kuştin û birîndarkirin."
Berxwedana şervanên YPG´ê
YPG ragihand ku di pevçûn û çalakîyên li van qadan de 3 şervanên wan mînakêk berxwedanî û fedakariyê nîşan dane û gihiştine şehadetê. Li gor daxuyaniyê li gundê Uçkardeş jî pevçûnên dijwar pêk hatin. Di van pevçunan de wesayîtek çeteyan hatiye ruxandin û 5 çete hatine kuştin. YPG di vê mijarê de jî wiha got: "Hêzên me derbeyên giran li çeteyên ku êrîşî gundê Til Meydana ya dikeve rojavayê Kobanê kirin jî xistin. Di vê qadê de bi giştî 23 çete hatine kuştin. Cenazeyên 8 çeteyan di destê hêzên me de ye, her wiha hêzên dest danîn ser 8 çekên kelaşnîkof, çekek BKC, çekek B7 bombeavêj û dûrbinekê. Hêzên me li gundê Dadalî jî çalakiyek li darxist û derbeyên giran li çeteyan xistin. Gundên Til Qoşlê û Zerik ên li heman qadê ne jî pevçûn hatin jiyandin. Derbarê çalakî û pevçunên her 3 qadan de hejmara kuştî û birîndarên çeteyan nehatiye zelalkirin. Li dervayî van gundan îro serê sibehê li gundê Sultanê jî pevçunek hatiye jiyan.
24 YPG´yî canê xwe gorî kirin
YPG ragihand ku di şer de li hêrêma Çelebiye ya ku dikeve başûra Kobanê jî pevçunên dijwar hatin jiyandin, di pevçunên ku li derdora Til Kazan zêde bûne de, qasî hatiye zelalkirin 4 çete hatine kuştin. Di vê mijarê de jî ev xal hatin destnîşankirin: "Di pevçunên li van qadan de hevalek me bi qehremanî şer kir û gihişt şehadetê. Bombebarana çeteyên DAIŞ’ê ya li hemberî hersê eniyên şer ên Kobanê jî berdewam dike. Di nava 24 seatên dawî de di pevçun û çalakiyên li hersê eniyên Kobanê de qasî hatiye zelalkirin bi giştî 53 çete hatine kuştin, bi dehan çete jî hatine birîndarkirin. Di nava 24 seatên dawî de 4 hevalên me ku li hemberî hemû êrîşên çeteyan sekinandinek pir bi azamet nîşan dane û tekoşînek meşandin gihiştine şehadetê. Di 6 rojên dawî de di pevçunên hatine jiyandin û çalakiyên hatine lidarxistin de bi giştî 27 rêhavalên me gihiştine şehadetê. Hêzên me 3 kesên ku ji bo tevlî DAIŞ’ê bibin dixwestin di ser Tirkiyê re bikevin Kobanê jî girtine."
Li Serêkaniyê şer
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku 19’ê Îlonê li hemerî çeteyên DAIŞ’ê di navbera gundên El Nugra û Timadê yên li rojavayê Serêkaniyê de çalakiyêk hatiye lidarxistin. Di çalakiyê de 2 wesayît hatine ruxandin. Di çalakî û pevçunê de 25 çete hatin kuştin. 20’ê Îlonê jî li hemberî çeteyên DAIŞ’ê, li ser rêya di navbera gundê Silûk û bajaroka Mabrukê çalakiyek hatiye lidarxistin. Di çalakiya ku 2 wesayît hatin ruxandin de 9 çete hatin kuştin, bi dehan çete jî hatin birîndarkirin. Di çalakiyê de çekek kaleşkof jî hat desteserkirin.”
NAVENDA NÛÇEYAN