
Duh di nevbera şervanên YPG/YPJ'ê û çeteyên DAIŞ'ê de li eniya Girê Sêvê yê gundê Sepetê şer û pevçûnên dijwar rûdan. Welatiyên herêma Kobanê bi hemû derfet û îmkanên xwe yên heyî piştgirî dan şervanan.
Li gorî agahiyên ji herêma Kobanê hatin bidestxistin, di encama pevçûnên ku heta derengiya şevê dewam kirin de hêzên YPG'ê careke din dest danîn ser Girê Sêvê û bi dehan çeteyên DAIŞ'ê hatin kuştin û gelek çete jî dîl hatin girtin. Her wiha gelek çek ên wekî Doşka hatin desteserkirin.
Doh niştecihên bajarê Kobanê û gundên derdorê bi karwanekî wesayîtan û meşvanan pêşwaziya şervanên YPG'ê û YPJ'ê kirin û bi heyecaneke mezin kêfxweşiya xwe ya ji bo serkeftinên YPG'ê anîn ziman.
Berpirsyarê Mafên Mirovan ê Kantona Kobanê ya Rojavayê Kurdistanê Silêman Xelîl diyar kir ku bi dehan cenazeyên çeteyan li herêma şer in û yek jê emîr gelek çete jî dîl hatine girtin.
Xelîl anî ziman ku bi dehan termên çeteyan li herêmê ne û ji ber hewldanên sûîkastê nekarîne werin wergirtin. Xelîl diyar kir ku top, doçka û çekên giran ên ji aliyê YPG'ê ve hatine desteserkirin jî li bajarê Kobanê nîşanî gel hatine dayîn. Xelîl got, "Bila her kes zanibe em xwedî hêza xwe parastinê ne. Yên piştgiriyê didin van çeteyên li dijî Îslamê li dijî mirovahiyê, pêwîste tavilê dest ji vê alîkariya xwe berdin. Em êrîşî kesî nakin, emê êrîşî kesî nekin. Lê belê hêza me heye ku her dem destê dirêjî me dibe bişkînin."
Doh danê sibê şêniyên Kobanê û gundên derdorê, şervanên YPG û YPJ'ê yên ji pevçûnan vegeriyan, bi çepik û tililiyan pêşwazî kirin.
KOBANÊ