‘Bedelên giran wê bên dayîn’
Yek ji rojnameyên navdar ên Îngilistanê The Guardian di hejmara xwe ya îro de îfadeyên “Tirk dibe ku ji bo îstikrara ku Erdogan qalê dike bedeleke giran bidin“ bi kar anî û ev tişt nivîsand: “Lê Tirk bi peywir dayîna Erdogan û AKP’ê re ku dibêjin dê îstikrar pêk bê dibe ku bedela giran bide. Peyama Erdogan a nebaş li ser bingeha cudakarî û Tirkê bû. Li ser esasê tirsa ji cîranan, kurdan, biyaniyan, pênaberan, ji amerîkiyan, YE’yê û ya mirovan ji hevbû.“
Telegraphê bi sernavê “AKP a di îxtidara Erdogan de serkeftina xwe îlan dike“ encamên hilbijartinê weşand û têkîldarî encamên derketin ev şîrove kir: “Partiya îxtidarê ya Tirkiyeyê di hilbijartinên yekşemê hate kirin de bi serkeftina xwe ya wekî şoqê piraniya parlamentoyê bi dest xist. Ev serkeftin dê hêza Recep Tayyîp Erdogan saxlem bike û çûyîna ber bi otorîterbûnê tirsê zêde bike.“
BBC Newsê di nûçeya xwe ya hilbijartinan de sernavê “AKP a di îxtidarê de ye piranî bi dest xist“ bi kar anî.
Independentê jî şîroveya “Erdogan bi encamên suprîz ve îxtidara xwe saxlem kir“ kir. Di nûçeyê de ev nirxandin hate kirin: “Serokomar Recep Tayyîp Erdogan di hilbijartinên Tirkiyeyê de serkeftinek bi dest xist, partiya wî AKP jî di parlamentoyê de piranî bi dest xist û partiya muxalîf têk bir.“ Yek ji şîroveya herî balkêş ji Timeyê hat. Rojnameyê encama ku AKP’ê bi dest xist wekî “serkeftina nedihat hêvîkirin“ pênase kir, Reutersê nûçeya ku bi sernavê “Tirkiye vedigere yek partiyê“ pêşkêş kir. Dîsa CNN’ê sernavê “serkeftina partiya îxtidare“ şîroveya teqîna li Enqereyê cudatiya li Tirkiyeyê zêde kiriye û AKP dikare jinûve derbasbûna sîstema serokatiyê biceribînen kir ku dengê xwe bidin HDP’ê.
FRANKFURT