
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bi boneya serkeftina Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) ya di hilbijartinên şaredariyan a li Tirkiye û Bakûr de, BDP pîroz kir. Yekîtiya Nîştîmaniya Kurdistanê (YNK) bi boneya serkeftina Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) ya di hilbijartinan de BDP pîroz kir. YNK’ê xwest Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan azad bibe. Meclîsa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokraîk a Herêma Efrînê bi daxuyaniyekê serkeftina gelê Kurd di hilbijartinên şaredariyan ên Bakurê Kurdistanê de pîroz kir.
Roja 30’ê Adarê li Tirkiye û Bakur hilbijartinên şaredariyê hatin encamdayîn. BDP’ê di hilbijartinên vê carê de bi rêjeyekî berçav rêjeya dengên xwe zêde kir û şaredariya 11 bajaran bi dest xist. Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bi boneya serkeftina BDP’ê ya di hilbijartinên şaredariyan de peyameke pîrozbahiyê belav kir.
Mesûd Barzanî di peyama ku li ser malpera fermî ya Serokatiya Herêma Kurdistanê hatî belavkirin de wiha dibêje: “Bi boneya encamdana hilbijartinên şaredariyan ên li Tirkiye û serkeftina we ya di hilbijartinên şaredariyên bakûrê Kurdistanê de, ez pîrozbahiyên xwe û Herêma Kurdistanê pêşkêşî we dikim. Cihê keyfxweşiya me ye ku gelê kurd li bakûrê Kurdistanê bi rêya xebata siyasî û demokrasî, roj bi roj ber bi pêş vediçe.”
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ragihand ku ew destkeftî bi xebatê hatine bi destxistin û wiha got: “Bêguman ev destkeftî bi sedema xebata aştiyane û demokratîk pêk tên, bi nirx û bi bandorin. Ev jî dibe sedemê biratî û pêşketinên zêdetir. Hêvîdarim ev serkeftina we hemû aliyekê pal bide ku pêvajoya çareseriya aştiyane ya li Tirkiyê bihêztir bibe. Herêma Kurdistanê jî di vê rêyê de piştgiriya xwişk û birayên xwe yên li Bakûrê Kurdistanê dike.”
Ji YNK’ê peyama pîrozkirinê
Yekîtiya Nîştîmaniya Kurdistanê (YNK) bi boneya serkeftina Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) ya di hilbijartinan de BDP pîroz kir. YNK’ê xwest Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan azad bibe.
YNK’ê di despêka daxuyaniya xwe de wiha got: “Bi boneya serkeftina pêvajoya demokrasiyê ya hilbijartinên şaredariyên Tirkiye û bakûrê Kurdistanê, em bi navê polîtburoya YNK’ê pîrozbahiya namzedên dilsoz ên li piraniya bajar û bajarokên bakûrê Kurdistanê dikin ku baweriyekî zêde bi dest xistin. Bi taybet jî serkeftina li 11 bajarên û ji wan jî ya li Mêrdîn, Agirî û Bidlîsê ku cara yekeme BDP li wir biserdikeve.”
Polîtburoya YNK’ê diyar kir ku divê ev serkeftin bigihe azadkirina rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û wiha got: “Ev serkeftin îspat dike ku pêvajoya danûstandinan a li Tirkiyê ya ji bo çareseriya pirsgirêka kurd û dana mafên demokrasiyê yên hatine astengkirin, dijberên çareseriya demokrasiyê yên li seranserî Tirkiyê daye aliyekê. Lewra divê ev bigihe peymanekî siyasî û di dawiyê de pêwîste birêz Abdullah Ocalan were azadkirin. Tekane rêya aştiyê, aramî, mafê mirov û hemû mafên demokrasiyê ye.”
YNK’ê di daxuyaniya xwe de ragihand ku namzedên BDP’ê baweriyekî mezin bi dest xistine û got: “ Piştî serkeftina hilbijartinên şaredariyan û baweriya gel a ji bo nazedên BDP’ê, em ji serkeftina danûstandinên di navbera AKP û PKK’ê de bi hêvî ne. Belgeya vîna gelê me ji bo mafê demokrasî, aştî û avakirinekî rast, hê zêdetir diyar kiriye.”
Polîtburoya YNK’ê di dawiya daxuyaniya xwe de wiha got: “Hevalên hêja, em dûbare bi navê polîtburoya YNK’ê pîrozbahiyên germ li we dikin. Bijî azadî û avakirin, ji bo bakûrê Kurdistan û Tirkiyê.”
Pîrozbahiyek jî ji Efrînê hat
Meclîsa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokraîk a Herêma Efrînê bi daxuyaniyekê serkeftina gelê Kurd di hilbijartinên şaredariyan ên Bakurê Kurdistanê de pîroz kir.
Di daxuyaniya Meclîsa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokraîk a Herêma Efrînê de wiha hate gotin: “Em bi germbûn, coş û kelecana şoreşê serketina gelê xwe bi dil û can pîroz dikin. Tevî ku gelê me ji aliyên hikûmet û dewletê ve rastî gelek astengiyan tê, lê dîsa jî gel serkeftineke dîrokî bi dest xwe xist. Ev serkeftina dîrokî tê wateya ku êdî gelê me yê Bakûrê Kurdistanê jî projeya xweseriya Demokratîk a Rêber APO dipejirîne û êdî dixwaze xwe bi xwe rêvebibe. Êdî çarenûsa gelê me bûye yek û dilê me ji bo hev lê dide. Çawa ku gelê me li hemberî êrîşên komên çeteyan berxwedana li Rojavayê Kurdistanê bi taybetî jî berxwedana Kantona Kobanê weke çarenûsa xwe dît, encamên hilbijartinên 2014’an jî weke çarenûsa xwe dibîne. Ji ber vê jî encamên ku di hilbijartinan de derketine ji bo azadiya gelê Kurd gaveke girîng e. Êdî dem hatiye ku li Bakûrê Kurdistanê jî gelê me rêveberiya xwe ya Xweseriya Demokratîk bixe piratîkê. Ev serkeftina dîrokî dê bibe bingeha azadiya Rêber APO, gelê Kurd û tevahî gelên Rojhilata Navîn.”
Di dawiya daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin: “Bi navê Rêveberiya Kantona Efrîn û gelê Efrînê em serkeftina we ya dîrokî pîroz dikin û di karûbarên we de serkeftinê dixwazin.”
HEWLÊR/SILÊMANÎ/EFRÎN