Her wiha gellek parti, sazî û Revêberiya Xweser a Rojava bi daxuyaniyan kêfxweşî û piştevaniya xwe li HDP anîm ziman û hat gotin ku ji bo dîroka gelê Kurd û Kurdistaniyan serkeftineke dîroki ye.
TEV-DEM: Azadî û demokrasî ne hêsan e
Desteya Rêveber a TEV-DEM’ê serkeftina HDP’ê li hemû gelê Bakurê Kurdistanê û hêzên demokratîk pîroz kir û wiha pê de çû: ˮEm wekî gelê Rojavayê Kurdistanê di qonaxa şoreşê de jiyan dikin, em baş dizanin ku bidestxistina hêviyên azadî û demokrasiyê ne tiştekî hêsane. Lê isbat ku bi bilindkirina asta berxwedan û tekoşînê hêvî têne bidestxisitn. Berxwedan û serkeftina Kobanê ev rastî nîşan da. Piştgiriya kurdên Bakur û hêzên demokratîk a ji Şoreşa Rojava re û bi tayber berxwedana Kobanê re hêviyên azadî û demokrasiyê li herêmê geş kirin. Serkeftina HDP’ê israr û kêfxweşiya gelê Kurdistanê û bi taybet gelê Rojava mezin kir.ˮ
Serkeftina HDP serkeftina Rojava ye
Meclîsa Biratiya Gelan a bajarê Hesekê serkeftina HDP’ê di hilbijartinan de bi daxuyaniyekê pîroz kir. Di daxuyaniyê de hat bilêvkirin ku ji bo HDP’ê em wekî hemû pêkhateyên Rojavayê Kurdistanê serkeftina we di hilbijartinan de û derbasbûna we ya parlemanê pîroz dikin û wiha dewam kir: “Serkeftina HDP’ê serkeftina hemû gelên Rojavayê Kurdistanê ye û xwedî derketina li xwîna kesên li Amedê di mitînga hilbijartinan de şehîd ketine ye. Her wiha berdewama serkeftina berxwedana Kobanê û tevahî Rojavayê Kurdistnaê ye.”
Di dawiya daxuyaniyê de Meclîsa Biratiya Gelan a bajarê Hesekê bang li HDP’ê kir ku têkoşîna xwe li ser riya azadî û demokrasiyê bidomîne.
’Berhema Birêz Ocalan e’
Têkildarî serkeftina HDP’ê di hilbijartinên TIrkiyê û Bakurê Kurdistanê de Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Efrînê jî daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ew wekî Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Efrînê serkeftina HDP’ê li hemû gelê herêmê û hezkerên aştî û demokrastiyê pîroz dikin û di serkeftina HDP’ê de dengê azadiyê ku li Kobanê, Til Hemîs, Kizwanan û Amdê destpêkiribû mezin bû. Daxuyanî bi awayî dom kir:” Serkeftina HDP’ê ne tiştekî nişkave bû, li pey serkeftina wan mîrasa demdirêj a şehîdan ku xwe dispêre fikr û îdolojiya Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan xwediyê felsefeya Neteweya Demokratîk heye.Em careke din serkeftina HDP’ê li hemû gelê azadîxwaz û hezên demokrasiyê pîroz dikin.”
’Li Rêber Apo pîroz be’
Fermandariya YPJ’ê ya Kobanê bi peyamekê serkeftina HDP’ê pîroz kir. Di peyama YPJ’ê de hat gotin ku ji warê Rêvanan, Sitêrkan, Zehrayan, Êrîşan, Gelhatan û Arînan em ji Kobanê serkeftina HDP’ê pîroz dikin û wiha pê deçû: “Ev serkeftin ji bo tevahî gelên Rojhilata Navîn û gelên bindest serkeftinekî mezin e. Serkeftina HDP’ê di ancama xebatên jinê de bi dest ketiye. Em vê serkeftinê ji dil û can li Rêber Apo, jinên Rojhilata Navîn û tevahî mirovahiyê pîroz dikin.”Bi serketina Pariya Demokratîk a Gelan xelkê Başûrê Kurdistanê daketin qadan û ev serkeftin pîroz kirin. Şevê din çawa gelê Başûrê Kurdistanê nûçeya serkeftina HDP bihîstin daketin qadan û ev serkeftin pîroz kirin.
Li gelek bajaran bi sedan kes daketin qadan û kêfxweşiya xwe nîşan dan. Gel heta derengiyên şevê dîlan gerandin û bi konvoyan li nav bajêr geriyan. Li bajarên Hewlêr, Silêmanî, Kelar, Kerkûk, Qeladizê, Ranya û wargeha penbaran a Mexmûrê pîrozbahî hatin lidarxistin. Di pîrozbahiyên ku heta derengiya şevê berdewam kir gel serkeftina HDP wek serkeftina xwe binav kirin.
Xelkê Binarê Qendîl jî şevê din bi coşek mezin heta derengiya şevê ev serkeftin pîroz kirin. Xelkê gundê Pirdeşalê, Enzê, Bokirsîkan û Gojarê ji bo serkeftina HDP’ê govend gerandin û kêfxweşiya xwe ya ji vê serkeftinê re nîşan dan.
Ji YNK’ê û Resûl pîrozbahî
Cîgirê Sekreterê giştî yê YNK’ê Kosret Resûl bi daxuyaniyekî serkeftina HDP’ê pîroz kir û dazanîn ku yekem care di dîrokê de kurd dibin xwedî komek taybet li parlamentoya Tirkiyê.
Endamê Polîtburoya YNK’ê Berhem Salih jî pîrozbahiya vê serkeftinê kir û diyar kir ku dem dema mafê rewa yê gelê Kurdistanê ye.
Herwiha serokê parlamentoya Herêma Kurdistanê Yusif Mihemed jî bi daxuyaniyekî ev serkeftin li hemû gelê Tirkiyê pîroz kir û got: “Ez HDP’ê pîroz dikim ku ji bo cara yekê wek partiyek siyasî benda ji sedî 10 derbas kir û ket parlamenê.”
QAMIŞLO/SILEMANÎ