‘Qedera Filistîn û Kurdan weke hev e'
Safîn û Ehmed bal kişandin ser aliyên hevpar ên berxwedana Kobanê û Filistînê. Safîn bi ala Filistînê hate sînorê gundê Mehserê û armanca xwe ya tevlî nobetê bû wiha vegot: “Qedera gelê Filistînê û Kurd wek hev e" Safîn diyar kir ku ji ber ku nikare biçe Filistînê tevlî berxwedana vir bû. Safîn, anî ziman ku zilma li gelê Kurd baş fêm dike û êrîşên tên jiyîn hevpar in û divê li hemberî van helwesteke hevpar bê nîşandan. Zekî Ehmed jî diyar kir ku bi armanca piştgiriyê bidin berxwedana Kobanê tevlî çalakiya nobeta sînor bûn û ligel nobeta berxwedanê li navçeyê ji bo piştgiriyê bidin Kobaniyan hatin. Ehmed, anî ziman ku li cîhanê hêj desthilatdar gelan ji bo berjevendiyên xwe qatil dikin. Ehmed, da zanîn ku hemû kesên dibêjin "ez mirov im" divê li cem berxwedana Kobanê cihê xwe bigrie.
DIHA/RIHA