Serokê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Cizîrê Ekrem Hiso diyar kir ku ew dixwazin hemû pêkhateyên herêmê û partiyên siyasî di nava rêveberiyê de cihê xwe bigrin û got, “Kî sistema me qebûl bike, nas bike emê jî wan nas bikin. Em ji Mahabad, Silêmaniyê, Qendîl, Hewlêr û Amedê dixwazin destek bidin rêveberiya me. Serketina gelên Rojava serketina her çar parçeyên Kurdistanê ye.”

Serokê Rêveberiya Xweseriya Demokratik a Kantona Cizîrê ya ku di 21’ê Çileyê de li Rojavayê Kurdistanê hat îlankirin Ekrem Hiso der barê pêşketinên li herêmê û naskirina Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Cizîrê de bersiv da pirsên ANF’ê.

Piştî îlankirina rêveberiya Kantona Cizîrê hin hêzan ew wek metirsiyek û gefek dîtin. Hûn wan daxuyaniya çawa dibînin?

Hêzên gefê li vê rêveberiyê dixwin, hin hêzên derve ne û xêrnexwazin. Rêveberiya me li dijî ti kesan nîne, ji bo xizmeta gel hatiye avakirin. Em dixwazin hemû pêkhateyên herêmê û partiyên siyasî di nava rêveberiyê de cihê xwe bigirin. Ku, em di demek pir dijwar derbas dibin, dibe hemû pêkhate destek bike. Û kî maf û hebûna me qebûl bike, em dikarin di çarçova prensîbên xwe de tifaqan bikin.

Encumena Niştimanî Sûriyeyê îlana we wek “xencerek di pişta şoreşê” de bi nav kiribû?

Meclîsa Niştimanî Sûriyeyê hêzek ji vê şoreşê ye û hêzek mezine. Lê hin kesên di nava meclîsê de şovenît in. Yên ku îlana Kantonê weke metirsiyekê didin xuyakirin jî ev kesên mijara gotinê ne.

Wê sîstema rêveberiyê çawa be?

Bajarê Amûdê bû navenda hikûmetê lê karê xwe bide meşandin. Lê wê navenda Kantonê Qamişlo be. Wê wezaret li gora pêwistiya wezaretê karê wê li bajarekî din ê Kantonê xebatên xwe bimeşîne. Yekem armanca me ewe ku em astengiyên niha gel di nav deye hinek sivik bikin. Ev rêveberî ji hemû pêkhate û partiyên siyasî yên ku di nava Meclisa Qanûn de cihê digirtin hatiye avakirin û ji ber wê jî temsîla hemû gel dike. Em dixwazin hemû gel û pêkhateyên Kantona Cizîrê tevlî wê rêveberiyê bibin.
Rêveberiya me xwe dispêre karê heta niha li Rojavayê Kurdistanê hatiye meşandin. Heta niha gelê Kurd bi dehan saziyên xwe yên rêveberiyê ava kirine û xebatên xwe dimeşîne. Niha Dadgeh karên xwe dikin, hêzên ewlehiyê karên xwe dikin, şaredarî karên xwe dikin. Emê wek rêveberiyê ew karên tê meşandin dewr bigrin û em ê hin saziyên nû ji bo xebatê ava bikin. Xebatên amadekariya rêveberiyê ev demek dimeşe.

Çima di rojek ku berî civîna Cenevre 2 we îlan wiha kir?

Ev 5 meh in xebatên rêveberiyê tên meşandin û 21 Çileyê de îlan bû. Di heman demê 22 Çileyê salvegera damezrandina Komara Mahabadê ye. Me jî xwest di vê rojê de be ku bersivek be ji bo hêzên Komara Mahabad ji holê rakirin. Gelek kes ev bi civîna Cenevre 2 ve girêda. Lê armanc ne civîna Cenevre 2 bû, armanc bersivdayina Komara Mahamad bû. Di encama konferansa Cenevre de kîjan hêz hebûna me wek Kanton qebûl bike, em dikarin li gel danûstandinê bikin.

Gelo mertisiyên Mahabad li ser rêveberiya we jî tineye?

Bi dîtina me, ew tirs bi têkoşîna gelê Kurd ji holê hatine rakirin. Dîsa bi fikrê xwe yê nû ku xwe dispêre biratiya gelan û jiyana hevbeş, bingeha sîstema xwe xurt kiriye. Ji ber wê jî êdî gumanek me wiha tineye. Lê em ê heta dawî xebatên xwe bidin meşandin ku lewaz be jî dubarekbûnek wiha nebe.

Wê têkiliyên we bi Meclîsa Qanûnsaziyê çawa be?

Meclîsa Qanûnsazî wê kar û barên wê rêveberiyê bişopîne. Wê ji bo her wezaretê komîte di nava Meclîsê de bê avakirin û bi rê wan komîteyan karê wezaretan bêne şopandin. Dema di wezaretan de kêmasî rû bidin, wê demê dê wezaret li pêşberî komîteyan hesabê bidin. Wê di hefteyên pêşiya me de civata me vekirî be, ku heta em sîstema xwe bidin rûniştandin.  Me di civîna xwe ya yekemîn de Wezareta Karên Derve erkdar kir ku, bi hemû dewletên herêmê û cihanê re têkiliyan çê bike û zemînê danûstendinê ava bike. Em û gelên Tirk bira ne, heta niha têkiliyên gelan li ser biratî bûye. Dîsa em ê bi dewleta tirk re danûstandinan bikin ku, deriyê sînoran vebike. Em dixwazin têkiliyê me û wan ên aborî û bazirgani baştir bibe.

Hin partiyên siyasî tevlî ev rêveberiyê nebûn û wek “zû” bi nav kirin. Hûn vê çawa dibînin?

Em ji Kurdên li çar parçeyên Kurdistanê û li deveyî welat re dibêjin ev rêveberî ya hemûyane. Ne ya ti hêzên siyasî ye. Ez wek serokê rêveberiyê bang li ENKS’ê dikim ku tevlî vê rêveberiyê bibe û xizmeta gelên xwe bike.

We rojek hêvî dikir ku rêveberiyek wiha ava bibe û hûn jî bibin serokê wê?

Bi kar û xebatê ti xewn nîne ku pêk neyê. Gelê Kurd û hemû pêkhateyên din ên di nava vê rêveberiyê de cihê xwe digrin, beşek ji şoreşa Sûriyeyê ne û bi xebata xwe xewnan bicih tînin. Ji bo min jî şerefek mezine ku ev meclîs deng da min û barek wiha giran kir erkê min. Berî her tiştî gelê me pîrozbahiya me kir û destek da me. Û heta niha hin hêzên ne demokrat û berjewendiyê wan yê cuda hene li Suriyê dijitiya xwe dikin. Em ji Mahabad, Silêmaniyê, Qendîl, Hewlêr û Amed dixwazin destek bidin û alîkariya rêveberiyê bikin. Serketina gelên Rojava wê bibe serketina her çar parçeyên Kurdistanê.

Hiqûqnas Ekrem Hiso
Serokê Kantona Cizîrê Ekrem Kemal Hiso li bajarê Dirbêsiyê di sala 1970’yî de ji dayikbûye. Dibistana seretayî, navendî û amadeyî li Dirbêsiyê xwendiye. Piştî wê li zanîngeha Helebê beşê hiqûqê temam kir. Endamê Sendîkaya Parêzeran a Sûriyeyê bû. Çotkar û karsaz e. Ne Endamê ti partiyê ye. Endamê Sekreterya ENKS’ê bû. Ji malbata wî 5 kes di zîndana Hesekê de hatin şewitandin. Ne zewicî ye.


AZÎZ KOYLUOGLÛ/ANF/AMÛDÊ