Li Cizîrê, li Sûrê, li Şirnex, li Nisêbîn an jî li Îdilê xalî tê kolandin, aşitî tê veşartin. Ruhê aşitiyê diêşê li wan deran. Hêstên erenî çal dibin di bin erdê ve, hêstên aşitiyane lewaz û hêjar dimînin. Li wan deran ne şerê partiyek û artêşek e, şerê dawî ya di navbera aştîxwazî û pozbilindiyê de ye ev şer... Û merheleyeke wisaye ku ev pêvajo, di vî şerî de serkeftin jî têkçûyîna rejîm a Tirkiyê ye.
Çi ku berî hingê PKK partiyek bû; partiyek ji partiyên din... Di demê de wekî KUK, KAWA, T-KDP an jî PSK xwedî hêzek, xwedî qadro, çek û sîlah, weşan, saziyên çand û huner, xwedî îdeolojiyek û rêvebertiyek, xwedî nasnameyek, ango wek partiyek bû. Berî hingê PKK hêzeke leşkerî ya bêhêz bû. Lê bi hêza xwe ya qels ve heyamek bihurandî bû. Îja şerê çiya destpê kir. Li çiya şert û mercên şervantî û şerkirinê gelek dijwar bû. Li çiya ji xwe re cih girtin jî tena bi serê xwe bi zehmet bû. Lê ferz bikin û bifikirin ku li himberî wê dewletek. Tifaqên xwe bi dewletên mezin ve xurt, xwedî kevneşopiya dîplomasiyeke sedsalî, xwedî artêşeke girseyî ku di nav artêşên dinyayê de bi girseyîbûyina xwe, xwe dipesinîne. Ji bo Tevgerê Azadiyê jî pêydakirina çek û silahan zehmet bû, gava raya giştî ya dinyayê navê wê dibihîstin wekî ku navê hoven bihîstine tevdigeriyan, bi hêsanî wek “terosîst” bi nav dikirin, agahî û têgihîştîn hindik bû, rewşa siyaseta dinyayê berovajî siyaseta Kurdan bû. Ger li himberî vî partiyê û li ser navê dewletên dagirker “serfiraziyek” an jî “serkeftinek” bihata standin, êhtimalek di wê demê de mimkun bû, lê êdî derbasbûyî be...
Berî hingê PKK, bi qadroyên xwe yên destpêk şer dikir, hin car li gundan çend qadro tev lê dibûn, hin car jî li Ewropa. Ew jî ger însanên welatparêz hay jê bin. Hêdî hêdî derfetên pêydakirina sîlah û aboriyê çêbin jî, rewşa ba yê siyaseta dinyayê dîsa dijî tevgerê bû. Di vî şert û mercan de tevger li çiya daket bajar û bajarokan. Dengê tevgerê hêdikan hate bihîstin, şik ket nava însanan ku gelo “Bi rastî jî ev tevger tevgereke terosîst e an na”? Tam di vî demê de PKK serdema agirbest û pêvajoyên aşitiyane vekir. Armanca xwe zelal kir û di nexşeyeke demokrasiyê da ber xwe. Ev rewş li dinyayê bi zelalî hate fêhm kirin û tam di wê demê de siyaseta herêm jî ber bi faydeya Kurdan ve diguheriya. Ger li himberî vî partiyê û li ser navê dewletên dagirker “serfiraziyek” an jî “serkeftinek” bihata standin, êhtimalek di wê demê de mimkun bû, lê êdî derbasbûyî be...
Piştî pêvajoya ku rêvebertiya PKK danîbû ser masê û nexşeya aştiyane xêzandibû, bi sedema pozbilindî, an jî bi baweriya “ew çi kes in, emê wan bi kulmekî bikujîn”, rêya aştiyê bi zorê dihate meşandin. Lê dîsa jî heta salê berê bi şêweya israrkirina aşitiyê domiya. Di vî navberê de Kurd bi êş û keda xwe ve hezaran derfet afirandî bûn. Hêza xwe û pozîsyona xwe li aşitiyane jî bi awayekî aşkere li himberî hêzên dinyayê raxistîbûn holê û dunya jî ev yek pejirandî bû. Lê dewletê dagirker bi tu awayî jê haydar nebû. Ger haya xwe jê çêbûba, rewşa siyasetê dê di rêyeke din ve biziviriya. Lê nebû. Vêcar ne serfirazî an jî serkeftin, lê ger bi aqilane tevgerînek hebûba, îmkana çareseriyê hebû, mimkun bû, lê êdî derbasbûyî be...
Îja çi PKK hêzeke herêmî an jî hêzeke perçeyek Kurdistanê ye, çi jî rewşa siyaseta dinyayê ya berê ye. Her ku PKK dibe hêzeke herêmî û hêzeke demokratîk a dinyayê, derfeta “çareserkirina navxweyî” jî roj bi roj ji dest diçe. Îro dîsa bi Serokatiya Tevgerê re qise kirin, goftubêjî hê mimkun e. Lê ew dem jî diguhere; pêvajo bi lez dimeşe, baz dide û ji dest diçe. Heta îro jî ne tenê gel, tevî wê herêm û hêzên gerdûnî rastiya bindestiya Kurdan re hişyar in, hestyar in, her dixwazin bi pêşdestiya wan pêvajo bimeşe û xezm be. Îro jî dereng e, lê li gor sibehê evla ye. Dêrî ya aştiyê hê vekiri ye, lê pîçek. Ji bo sibehê jî kes nizane tiştekî bêje.
Çi ku ruhê aşitiyê pir êşiya li Kurdistanê. Hêstên erenî çal dibin di bin erdê ve, lewaz û hêjar dimînin hêstên aşitiyane. Çi ku ev şer êdî ne şerê partiyek û artêşek e, şerê dawî ya aşitiyê ye. Ev şer şerê dawî ye û em hatin gihaştin encameke wisa ku, çi 1919 Silêmanî, çi Erzirom, çi Agirî, çi Dêrsim, naşibe tu yekî, ev şer şerê dawî ye û di vî şerî de serkeftin jî têkçûyîna rejîm a dagirkeriyê ye.