Serkeftina Tirkan a bi derewan
Egîd Garzan: Artêşa Tirk li pêşberî berxwedana gerîla tengav bûye. Dijmin tenê çû ser çend girî û li wir êsîr ma. Herekol wê ji wan re bibe goristan.
JIYAN AMARGÎ
ANF/ŞIRNEX
Şer û berxwedana gerîla li dijî dagirkeriya dewleta Tirk dewam dike. Ev demeke li ser qada Botanê liv û tevgera atêşa Tirk heye. Fermandarê gerîlayên HPG´ê li Herekolê, Egîd Garzan li ser şerê eskerên Tirk û gerîla yê li Herekolê axivî û agahî dan.
Herekol wê bibe goristan
Fermandarê HPG´ê, Egîd Garzan diyar kir ku artêşa Tirk li dijî berxwedana gerîla têk diçe. Dijmin ji bo propagandayê dibêje, ‘Em ketine filan cihî, me filan cih kontrol kirine’. Lê belê operasyoneke wan a bi vî rengî li herêmê nîne. Dewleta Tirk mîna her carê, şerê taybet dike. Dijmin di 25’ê Tîrmehê de li derdora Çemê Karê dest bi operasyonê kir. Heman rojê, gerîla derb li eskerên operasyonê xistin.”
Hejmara kuştiyan vedişêrin
Fermandar Garzan bi bîr xist, ji roja ku dewleta Tirk li Herekolê dest bi operasyonê kiriye û ji hingê ve gerîla çalakiyên xurt dikin û got, “Dijimin dixwaze derba ku li Herekolê xwariye veşêre, lewma hejmara kuştiyên xwe jî nade. Me di vê operasyonê de jî dît, dewleta Tirk nikare li dijî gerîla şer bike. Ne ji balafirên keşfê be, nikarin razên û rabin. Psîkolojiya eskerên Tirk li pêşberî çalakiyên gerîla xera bûye. Li girê ku xwe gihandine ser, bi 100 metreyî jî nikarin bi pêş ve biçin. Li ser giran çikiyane.”
Ji tirsan nakeve Herekolê
Garzan dibêje, artêşa Tirk mehekê li ser çend giran ma û 40 eskerên wan hatin kuştin. Dijmin dest ji wî girî berda û reviya cihekî din. Cihên ku dijmin lê ye bi giranî nêzî bajar û zozanan e. Dijmin ji tirsa li herêmên jêrîn e û nikare bikeve nava Herekolê. Bi operasyona Herekolê re hatiye fêhmkirin ku dijmin nikare çiyayên Kurdistanê kontrol bike. Herekol wê di vê operasyonê de jî ji wan re bibe goristan. Gerîlayên azadiyê, wê li dijî êrişên dijmin timî xwe biparêzin.”