Tenduristiya bê pere
Kûnî diyar kir ku ew dermanên nexweşên ku ewlehiya wan a tenduristiyê nîn e jî bixwe peyda dikin û got; "Armanca me ya li vê derê bi zimanê zikmakî xizmeta tenduristiyê ye. Em ji tu nexweşên xwe pere nastînin. Hetta em li nexweşên xwe yên ewlehiya wan a tenduristiyê nîn e jî bê pere dinêrin. Navenda me ji şeveqê 08:00'an heta êvarî saet; 17:00'an berdewam dike. Dema ku nexweşên me yên rewşa wan giran tên jî em bi ambûlansan sewqî nexweşxana dewletê ya Cizîrê dikin. Nexweşên serî li me didin piraniya wan zarok û pîr û kal in."
Ji bo her malekê xizmet
Kûnî anî ziman ku yekemîn armanca wan çêkirina polîklînîkekê ye û wiha axivî: "Heke em li cihê xwe bin rojê li nêzî 300 nexweşan dinêrin. Lê em piraniya dema xwe li derve derbas dikin. EM mal bi mal digerin û xizmeta tenduristiyê dikin. Ji şeveqê heta nîvro nêzî 50 malan digerin. Piştî nîvro jî ekîba me ya tenduristiyê li malan xizmeta tenduristiyê dike. Em nexweşên ku nikarin rabin ser xwe ziyaret dikin, wan li mala wan kontrol dikin.
Bi zimanê Kurdî xizmet
Kûnî diyar kir ku mafê perwerdehiya bi zimanê zikmakî çi qasî rewa be, bi zimanê zikmakî mafê tenduristiyê jî ew qasî rewa ye û wiha pê de çû: "Têkiliya di navbera nexweş û hekîm de gelekî girîng e. Ev têkilî jî ancaq dikare bi zimanê zikmakî pêş bikeve. Nexweşên ku tên ba me piraniya wan tirkî nizanin. Lewma em bi nexweşên xwe re bi Kurdî diaxivin. Bi Kurdî axaftina me nexweşan rehettir dike. Ev yek tedawiya me jî hêsantir dike."
SERKAN KURT- DÎHA/ŞIRNEX