Operasyona ku hêzên QSD’ê li başûrê Hesekê di 30’ê Cotmehê de bi armanca paqijkirina herêmê ji çeteyên DAIŞ’ê dabû detpêkirin û bi rizgarkirina Holê ketibû qonaxeke nû, dewam dike.

Piştrî ku di 13’ê Mijdarê de bajarokê Holê hate rizgarkirin, Fermandariya Giştî ya QSD’ê di 16’ê Mijdarê de tevî berdevkên fermî yên QSD’ê daxuyaniyek dabû çapemeniyê û diyar kiribû ku operasyonên wan wê li başûrê Hesekê bidomin. Li gorî nûçegihanên ANHA’yê ji herêmê ragihandin Hêzên QSD’ê ev 6 roj in li başûrê Hasekê bi awayekî serkeftî operasyonên xwe dewam dikin.


Dorpêçê 2 rojan dewam kir

Nûçegihanên ANHA’yê ragihandin ku şeva 21’ê Mijdarê şervanên QSD’ê Foca (Baregeha Leşkerî, alay) Melebiyê ya ku 10 kîlometroyan dûrî başûrê Hesekê ye, dorpeç kir. Di çarçoveya operasyonê de gundê Til Xelîl ê ku li rojavayê Foca Melebiyê ye, hate rizgarkirin û foca Melebiyê, mahlec (depoya pembû) û gundê Melebiyê bi temamî hatin dorpêç kirin û vê dorpêçê 2 rojan dewam kir.

Şervanên QSD’ê pêr bi şev jî hemleyek lidar xist û serkeftineke mezin bi dest xistin. Şervanan, Foca Melebiyê, gund, sawama (depoya genim), mahlec (cihê pembû) û mezrayên Melebiyê bi temamî ji çeteyan rizgar kirin. Lêgerîna şervanan a li van cihan hîna jî dewam dike.

Tê zanîn Foc (Alay) û herêma Melebiyê havîna çûyî, di encama êrîşên çeteyên DAIŞ’ê de ji dest rejîma BAAS’ê hatibû derxistin. Bêyî ku şerek biqewime, leşkerên BAAS’ê ji vê herêmê derketibûn. Ev Foc, ji bo êrîşên li dijî herêma Hasekê xwedî giringiyekî stratejîk bû. 


 ANHA/HESEKÊ