Leyla jineke Kurd e û ji aliyê sedhezaran ve wek nûner hatiye hilbijartin. Di temeneke navsere de, li gel nexweşînên mayînde jî di zindanê de dest bi çalakiya greva birçîbûnê kir. Bi gotineke din Leyla Gûven jiyana xwe danî holê. Leyla li gel ku li gorî qanûnên dagirkeran wek parlamenter jî hatibû hilbijartin mixabin di zindanê de ye, li gel qaşo qanûnên demokratîk yên dewleta Tirk û hemû daxwazên aliyên demokrat jî nehat berdan.

Wê çi kir? Dikarîbû ji bo serbestberdana xwe an jî tevlibûna xebatên meclîsê jî çalakiyeke wiha bida destpêkirin. Lê wê wisa nekir. Ji bo tecrîta barbar a li ser rêberê Kurd rabe, ji bo carekî din riya çareseriya pirsgirêkan vebe, ji bo dîsa hêvî û daxwaza aştiyeke birûmet bête holê dest bi vê çalakiya giran û jiyanî kir.

Çalakiya Leyla ya dîrokî îro di roja 30 an de ye. Ango mehek li dû xwe hişt. Ew tê wê wateyê ku nûnera Kurd hinde jî nêzî mirinê ye.

Ev rêbaza çalakiya birçîbûnê an jî rojiya mirinê ji mêj ve di rojeva mirovahiyê de ye. Di dîrokê de gelek caran û li gelek deveran ev awayê têkoşînê li dijî zordestan hatiye bikaranîn.

Di mercên teng û dijwar de gava mirov çareyeke din nebînin serî li wê awayê didin û dane. Ango dihête gotin ku eger ez nekarim wek mirov û li gel mafên xwe jiyaneke birûmet bijîm, ezê jiyana li gel we serdestan lê ya wek koletiyê qebûl nekim. Bila ev canê min gorî be ji bo nifşên siberojê û mirovahiya pêşverû.

Di hiqûqa gerdûnî de jî cihê vê çalakiyê heye, ti ol û diyanet jî nikare rasterast vê rêbazê red bike, lewre di destê bindestan de ti çare û hêvî nemane. Di têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd de van demên dawiyê xitimînek jî li dar bû. Lewre dijminên Kurdan xwe li gorî şerî herî dijwar jî sazkar kirîne û derbên giran yên şoreşgerî jî têrî nermkirina pergala stem û zulmê nedikir.

Wek birêz Murat Karayilan gotî: Mehê bêhtirî yekîneyekê leşkerên wan dihêne kuştin, lê ew ji ya xwe nayêne xwarê. Yek milyon jî leşker û mirovên din jiyana xwe wenda bikin jî ji bo zalimên serdest ne pirsgirêk e. Baş dihê zanîn ku gotina: Ma me pera bi bizrê wan daye! Ya rêveberên faşîst jî bernas e.

Di demeke wiha de gaveke wiha û hela ji aliyê jineke Kurd ve hîn pîroztir e. Ji aliyekî ve ev dihête gihiştin, lewre heval, hogir û hevriyên herî nêzîk yên birêz Ocalan jin in. Girîngiya wî bi têkoşîna azadiya jinê dayî û xizmeta wî kirî baş dihête zanîn. Helbet wê ev gava dîrokî ji aliyê jinekê ve bihata avêtin.

Niha hêdî hêdî ew bend û kospên kelehên zulmê xera dibin, niha xitimîna di siyaseta Kurd de vedibe, niha ji zindana Amedê heta bi meclîsa Tirk, ji wir li her aliyên Kuristanê û li derê Kurd lê dijîn pêngava ku Leyla Gûven dayî destpêkirin dihête berdewamkirin.

Niha navê pêngava nû Leyla Gûven e, bi sedhezaran wê bidin pey wê. Heta tecrîta barbar a li ser Rêberê Kurd bişikê û deriyê keleha stemê li ber Kurdan vebe, heta ji nû ve siyaseta di xizmeta gelan û mirovahiyê de bi serkêşiya Rêberê Kurd cardin têkeve meriyetê wê ev çalakî jî bikudîne.

Leyla di wê temenê de û li gel bedeneke ne musaîd bêguman bi demdirêjî li ser çalakiyeke wiha hiziriye. Lewre ev çalakî kêlî kêlî, dem dem û roj bi roj ber bi mirinê ve diçe. Bi piranî encam digire, lê eger kesên pêşeng encamê nebînin jî gelê wan û hevriyên wan ji wê fêkiya ku wan çandî dixwin.

Ji xwe mebest jî ne serkeftina takekesî ye. Eger wisa ba, wê Leyla jî ji bo mafên xwe yên kesînî û parlamenterî ya hatî xesbkirin têketa çalakiyeke wiha giran.

Lê ew deriyê çareseriyê şanî me, şanî dijminên mirovahiyê û şanî cîhanê jî dide.

Niha bi sed hezaran kes li deverên cihê dibin dengê Leyla: Çalakiya Leyla çalakiya me ye...Daxwaza wê daxwaza me ye jî...

Li vir hêzên serdest yên cîhanî yên peyva demokrasî û mafên mirovan ji dev û lêvên wan kêm nabin jî babeta me ne. Gava Kurd herî zêde kevirek jî diavêjin, yekser qiyametê radikin: Wey ev çi tundî ye, çi şîdet e! û bi dijwarî bi ser wan de diçin. Lê ka em binêrin li hemberî çalakiya ku jineke Kurd serkêşiya wê dike çi helwestê bidin nîşan! Vê carê xwe çawa bixapînin? Çi hincet û bahaneyan bidin nîşan?

Ji bo wan jî ezmûneke li dora wijdana mirovahiyê ye.

Her çi dibe bila bibe, Leyla Gûven alaya ji destê Leyla Qasiman û bi deh hezaran jinên leheng yên Kurd girtî bi serbilindî û şanazî li ba dike.

Ev çalakî wê bê encam nemîne.

Ji niha ve pêşengên liberxwedana zindana Amedê Mazlum, Xeyrî, Ferhat û Sakîne ji wê re destê xwe dihejînin.

Û cîhan jî wê li ber vê raperîna pîroz bejna xwe bitewîne...

Silav li têkoşera jin Leyla Gûven...

Silav li hemû dilsozên azadiyê...