Di hilbijartina ji bo endamên Parlamentoya Tirkiyê de Kurd bi ser ketin. Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) 6 mîlyonî zêdetir ray stand û 80 parlamenterî bi dest xist. Ev cara yekê ye, ku partiyekî Kurdan li seranserê bakurê Kurdistanê di hilbijartinekê de wer bi radeyeke bilind serdikeve. Ji Dîlokê heta Erdexanê û ji Dêrsimê heta Colemêrgê partiyên dewletê binketin, partiya Kurdan û ya dostên wan HDP bi serket.

Ev serketin, encama têkoşîna 40 salî ya bi bedelên pirr giran hate meşandin e. Ev serketin, vebûna deriyê ya ji bo pêkhatina hêviyên bi dehhezaran şehîdên Kurdistanê ye. Ev serketina Rojava, Şengal û Kerkûkê û serketina berxwedêrên di zindanên rejîma Îranê ya zilmkar de ye. Ev serketin a hemû kedkarên Têkoşîna Azadiyê ya Kurdî yên li seranserê cîhanê ji bo azadiya xelkê me dixebitin, diwestin û keda xwe didin e…

Pîrozbahiyên Kurdan ên li her çar parçeyên welêt û li seranserê cîhanê nîşan dide ku, ev serketineke Kurdistanî ye û helbet encamên wê yên siyasî, civakî, dîplomatîk, kulturî û psîkolojîk wê bibin. Ev ê bandorê him li têkîliyên navxweyî û him jî li têkîliyên Kurdan ên bi serdestan re bike. Lê ya herî girîng; Kurd di têkoşîna xwe ya azadiyê û avakirina jiyaneke azad û demokratîk de wê êdî ji her demê zêdetir bixwebawer û serbilind bin…

Ev serketin, berî her tiştî serketina şehîdên Kurdistanê ye. Ji ber vê yekê jî, wexta encamên hilbijartinê hatin aşkerekirin, şehîdên me hatin bîra me. Ez wer bawer dikim ku piraniya Kurdan piştî ku encamên hilbijartinê hatin aşkerekirin, xwestin ku spasî û dilsoziya xwe ji şehîdan re nîşan bidin. Hinek nas û merivên şehîdan çûn tirban û mizgîniya serketinê dan şehîdan. 

Piştî hilbijartinê ez jî di nava fikir û ramanên bi vî awayî de bûm, ku xeberekî bala min kişand. Bavê Hamdullah Oge yê ku beriya hilbijartinê li Çewligê ji hêla hêzên tarî yên dewleta Tirk ve hatibû kuştin, Saît Oge, çûye ser tirba lawê xwe û mizgînî daye wî û gotiye; “lawe min, em bi ser ketin!..”

Herwiha dîsa beriya hilbijartinê, xeber hat ku kedkarê têkoşîna azadiyê Mehmet Abbasoglu giran nexweş e û ber bi mirinê ve ye. Jina wî Ferîde û lawê wî Bariş, ku li Almanya dijîn, amadekariyên çûyîna welêt kirin. Bariş nikanî here, lê hevjîna wî Ferîde karên bûrokratîk temam kir û bîleta teyareyê birî. Lê di roja çûyînê de, yanî du roj beriya hilbijartinê xeber hat ku Mehmet Abbasoglu jiyana xwe ji dest daye. Jina wî piştî 20 salan çû Dêrsimê, hevjînê xwe bi zindî nedî, lê tevlî merasîma veşartina cenazeyê wî bû. 

Pênç sal berê wexta min bavê xwe, cara dawî li Almanyayê dît, wî pirr pesna hevkarê xwe yê di nava partiyê de, Mehmet Abbasoglu dida û bahsa fedakariya wî dikir. Ji xwe hemû kesên ku Abbasoglu nas kirine, bahsa rêzdarî, dilnizimî û fedakariya wî dikin. Abbasoglu yê ku demeke dirêj ji bo azadiya Kurdan têkoşî, herwiha dora 7 salan jî di zindanê de ma. Di zindanê de nexweş ket û du roj beriya serketina Kurdan a hilbijartinê (5’ê Hezîranê) ya ku pirr keda wî jî têde hebû, jiyana xwe ji dest da. 

Roja piştî hilbijartinê ji bo sersaxiyê dema em çûn cem Bariş, min jê re got; “xwezî bavê te jî ev roj dîtiba…” 

Paşê min bi riya telefone ji diya xwe ya li welat re got; “bi çîçekeke sor here ser tirba bavê min û jê re bêje; keda we vala neçû, hûn bi serketin, xelkê me ser dikeve!..” Diya min got, “erê ji xwe ez jî fikirîm, ku wer bikim; keda wan vala neçû!..”

Serketin a şehîdên me ye!.. Serketina şehîdên me yên li her çar parçeyên Kurdistanê ji bo jiyaneke azad û serbixwe cane xwe dane, giştan e. Herwiha ev gavek e û barekî girantir datîne ser milê me; ku vê têkoşînê bigîhin serketineke mayînde…