Greva birçîbûnê ya ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Strasbourgê pêk tê, 33 roj li pey xwe hiştin. Ji mezintirîn partiya sîwanî ya çep a Fransayê, France Insoumise (Fransa ya serî natewîne) parlamenterên Parlamena Ewrûpayê (PE) Emmanuel Maurel û Younous Omarjee, Parlamentera Meclîsa Neteweyî ya Fransayê Caroline Fiat û namzetê sereke yê vê partiyê di hilbijartinên PE´yê yên 2019’an de Manon Aubry, namzeta parlamenteriyê Sophie Rauszer çû serdana çalakgeran. Parlamenter û siyasetvanên ku çûn serdana çalakgeran, diyar kir ku ew piştgiriyê didin daxwazên wan û soz dan, ew ê li her warî destekê bidin Kurdan.

Hûn gelekî wêrek in

Endamê Parlamena Ewrûpayê Emmanuel Maurel li vir axivî û ji çalakgerên greva birçîbûnê re got, “Beriya her tiştî, hûn gelekî wêrek in.Em jî hewl didin destekê bidin yên ku bi me re têdikoşin.”

Namzeta parlamenteriyê ya hilbijartinên PE´yê yên 2019’an Sophie Rauszer jî got, “Demeke dirêj e ku ez li PE weke şêwirmend dixebitim. Di nava 6 salan de, min rojekê bi tenê nedît ku Kurd li vir ji bo azadiya girtiyan belavokan belav nakin”

Çalakgeran parlamenter û siyasetvan pêşwazî kir û li ser navê wan, Yuksel Koç got, “Em bawer in ku serketin nêz e. Ev yek hêza berxwedanê dide me.”

 

ANF/STRASBOÛRG