Guven: Di serî de hepsa Xarpêt û ya Panosê, hevalên ku li hepsan di greva birçîbûnê de ne, dixin huceryên yekkesî. Ji şekir û xwê wêdetir ti titşta din nadin wan. Bi derxistina min a ji hepsê re xwestin berxwedanê parçe bikin. Em derketin vê rêyê kesên li pişt me man, wê jiyana xwe ya bi rûmet dewam bikin.
Leyla Guven a ku ev 86 roj in li dijî tecrîdkirina Ocalan di gereva birçîbûnê de ye bi telekonferansê beşdarî çalakiya nobetê bû ku li KCD’ê bi beşdareiya parlamenteran hat destpêkirin. Guven got, ew çiqas bên astengkirin jî ew ê bi ser kevin.
Çalakiya Hevseroka Kongereya Civka Demokratîk (KCD) û Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Colemêrgê Leyla Guven ku li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê kurd Abdullah Oclaan daye destpêkirin, di roja 86’an de dewam dike. Parlamenterên HDP’ê jî ji bo ku piştevaniya çalakiya Leyla Guven û girtiyan bikin, li avahiya KCD’ê doh dest bi çalakiya nobetê kir, û Leyla Guven jî bi rêya telekonferansê beşdarî çalakiya nobetê bû.
Ez li hepsê baştir bûm
Guven ji çalakgeran re got, “Hewldana we ji bo min gelek girîg bû. Ez we baş dibînin û xweşî dibînim.” Li ser vê gotina Leyla Guvenê, parlamentera HDP’ê ya Edeneyê Tulay Hatîmogullarijî jî got, “Tu xweşiktir xuya dikî.” Guven jî bersiva Hatiomogullari da û got: “Ya min jî moralê min û xweşikbûna min ji berxwedanê ye. Ez dibêjim, xwezî min li hepsê çalakiya xwe dewam bikira. Ez li wê baştir bûm. Lê ji bo me cih ne girîng e. Dema ku li gitîgehê bûm min hûn ji Meclis TV dişopandin. Ji xwe yên din nedidan. Hûn li navenda faşîzmê bi awayê bibêjin ‘melik tazî ye’ li ber xwe didin. Berxwedana me yekser bandora xwe li ser gel dike. Ez nizanim çiqas ji serdema hilbijartinê derbas bû lê ji we hemûyan re serketinê dixwazim.”
Hatîmogullari jî wiha lê vegerand: “Ez te dişibhînim endamê Artêşa Komarê ya Îrlanda (ÎRA) Bobby Sands, yê di hepsê de. Em hewl didin ku berxwedana te vebêjin. Çirûskek dikare bibe şikandina gelek tiştan.”
Kurdistana Azad pêkan e
Parlamenterê HDP’ê Ridvan Turan jî got: “Ala ku te li dijî hêzên şerxwaz rakiriye li her derê tê dîtin. Berxwedêr wê bi ser kevin. Em ji te gelek hez dikin.”
Piştî Hatimogullari û Turan, Guven got, “Em niha bi hev re ne. Ev tişta ku herî zêde birêz Ocalan girîngî didayê bû. HDP û HDK gelek girîng in û ji bo gelên me diyariyek in. Tirkiyeyeke demokratîk û Kurdistaneke azad pêkan e.”
Guven got, şert û mercên li hepsê ji yên 12’ê Îlonê derbas kirine û gotinên xwe wiha bi dawî kirin: “Di serî de hepsa Xarpêt û ya Panosê, hevalên ku li hepsan di greva birçîbûnê de ne, dixin huceryên yekkesî. Ji şekir û xwê wêdetir ti titşta din nadin wan. Lê li gel van pêkanînan jî hevalên me ev 45 (îro 46) rojên çalakiya xwe qedandin. Bi derxistina min a ji girtîgehê re xwestin berxwedanê parçe bikin. Em derketin vê rêyê kesên li pişt me man, wê jiyana xwe ya bi rûmet dewam bikin.”
MA / AMED