Piştî barkirina tirba Silêman Şah ber bi gundê Eşme li Kobanê û valakirina cihê tirbê yê berê, dewleta Tirk îdîa kiribû ku operasyoneke gelekî serketî bi rê ve biriye.

Endamê Konseya Rêveber a PKK’ê Mûrat Karayilan, operasyona Tirba Silêman Şah, ji Ajansa Nûçeyan a Firatê ANF’ê re nirxand.


‘Operasyon bi destûra Kantona Kobanê pêk hat’

Karayilan da xuyakirin, ku li gorî daxuyaniyên Fermandariya Giştî ya YPG’ê, rayedarên dewleta Tirk ji bo vê operasyonê bi rêveberên Kantona Kobanê, nûnerên YPG’ê û Hevserokatiya PYD’ê re 5 caran hevdîtin kirine û ji bo operasyona rizgarkirina leşkerên li Silêman Şah, ji wan destûr û destek xwestine. 

Karayilan diyar kir, ku rayedarên PYD, YPG û yên Kantonê, di encama nîqaşeke berfireh û dirêj de, ev pêşniyara dewleta Tirk pejirandine û got, “Bi dîtina min, ev rewş ji bo her du aliyan dikare bikêrhatî be. Eger bixwazin têkiliyê deynin û dostaniyê biafirînin, ev yek dikare bibe wesîleya destpêkek baş.

Bi qasî ku ji daxuyaniyan tê fêmkirin, ji Kobanê heta 3 kîlometre nêzî Tirba Silêman Şah, li tevahiya herêmê hêzên YPG tedbîrê digirin, korîdorê vedikin, bi pêşengiya wesayîtên YPG’ê hêzên dewleta Tirk dibin wê derê û li ser vê bingehê hin wesaît jî bi pêş ve diçin û xwe digihînin Qereqola Saygi ya Silêman Şah.

Tevgereke ku hatiye nîqaşkirin, li ser hatiye axivîn û di çarçoveya planeke li ser bingeha berjewendiyên her du aliyan de, bicih hatiye anîn e. Bi qasî ku min fêm kiriye, dewletek ji Koalîsyona Navneteweyî jî, tevkarî li baweriya ji hev kiriye û ji bo ev hevkarî bimeşe ketiye nava hewldanên telqînkirinê. Diyar e dewleta Tirk ji wir jî destek xwestiye. Bi kurtasî operasyon li ser vê bingehê pêk tê.”


‘Diyar e dewleta Tirk bi DAÎŞ´ê re jî li hev kiriye’

Karayilan der barê veguhastina leşker û alavên li Tirba Silêman Şah bêyî şer û pevçûnan, ev nirxandin kir: 

“Dema 3 km nêzî Tirbê dibin, herêma DAIŞ’ê destpê dike. Ji ber ku ew der eniya şer e, hêzên DAIŞ´ê û YPG´ê li hemberî hev ketine mewziyan. Du rê hene ku van mewziyan derbas bikin û derbasî aliyê din bibin: Ya yekemîn bê bêdengî bi şêweyê xwe berdana navê, yan jî bi êrîşê, bi şer dikare bigihêje tirbê. Lê belê di vir de dewleta Tirk herduyan nake. Ji rêya vekirî diçe û xwe digihîne Qereqola Silêman Şah. Di dema çûyînê de hêzên DAIŞ’ê xwe vedikişînin û bi ti awayî dest li eskeran wernadin. Diyar e ku haya wan jî jê heye. Tê fêmkirin ku dewleta Tirk ji bo operasyoneke hevpar ne tenê bi YPG’ê re, bi DAIŞ’ê re jî li hev kiriye. Yanî ji bo veguhastina leşker û tirba li wê derê, bi DAIŞ‘ê re têkilî û diyaloga pêwîst hatiye kirin. Ev wiha tê fêmkirin. Naxwe, li eniyeke şer ne pêkan e ku leşker bikeve wê derê, bi saetan li wir tevbigere, leşker û tirbê ji wir bîne, lê şer neke.”


‘Hin ji berpirsiyarên DAÎŞ´ê li wê qereqolê bîhna xwe vedidan’

Endamê Konseya Rêveber a PKK’ê Mûrat Karayilan da xuyakirin ku herêma mijara gotinê ji aliyê hêzên DAIŞ‘ê ve hatiye dorpêçkirin û got, “Hêzên DAIŞ’ê, ji bo xwe ji êrîşên hewayî yên hêzên koalîsyonê yên navneteweyî û Dewleta Sûriyeyê biparêzin, xwe li derdora vê qereqolê bicih kiribûn û hin ji berpirsyarên wan jî diçûn nava qereqolê bîhna xwe vedidan. Dibe ku eskerên Tirk nexwazin vê qebûl bikin, lê belê li wê derê sîstemeke bi wî rengî ya de facto hebû. Yanî di nava hev de bûn.”


‘Ti serketina eskerî ya Tirkiyeyê nîne’

Karayilan da xuyakirin ku ji ber ku her du aliyan bi temamî ji hev bawer nedikir û ji bo peymana bi DAIŞ‘ê re ji aliyê derve ve neyê dîtin, dewleta Tirk bi ewçend tankan operasyon pêk aniye û got, “Hesaba ‘çi dibe çi nabe’ kirin. Jixwe, bawer dikim dewleta Tirk xwestiye bi hêzeke zêdetir û hejmareke bêhtir a maşînên zirxî tevbigere, lê di encama lihevkirina bi YPG’ê re hejmara esker û maşînên xwe yên zirxî kêm kir. YPG’ê jê re got, ‘Em hene, pêwîstî bi ewçend hejmara zêde ya esker û maşînên zirxî nîne’ û ji wan xwest, hejmarê kêm bike, wan jî kêm kiriye. Yanî tedbîr hatiye girtin. Naxwe, aliyên heyî bi saya têkiliyên dîplomatîk jixwe karê xwe kirine, agahî dane hev. Diyar e, bi rêbazeke dişibe ya rizgarkirina endamên konsolosxaneya Mûsilê, esker ji wir derxistine. Di vir de ti serketineke eskerî nîne; ji ber ku li holê şerek, operasyoneke rizgarkirinê nîne. Li vir mirov dikare behsa bikaranîna dîplomasî û têkiliyan bike.”


‘Di navbera Tirkiye û DAIŞ’ê de alozî nîne’

Karayilan sedema rakirina Tirba Silêman Şah jî bi vî rengî nirxand:

“Bi kurtasî di navbera DAIŞ û Tirkiyeyê de, di rewşa heyî de ti alozî nîne. Tirkiyeyê beriya hilbijartinan tedbîrek girtiye. Ji ber ku çep û rastê DAIŞ‘ê carinan ne diyar e. Tevî ku têkiliyên wan bi hev re hene jî, diyar e hesabê ‘çi dibe çi nabe’ kirine. Her wiha, ji ber ku hêzên YPG’ê bi qasî mesafeya 3 km nêz bûn, herêm veguherî qada şer. Ev jî rewşek e ku rîskê zêde dike. Herêm li provokasyonan vekirî ye. Ji ber vê yekê diyar e biryara vekişînê dane.”

Karayilan da zanîn ku ji vê rewşê tê fêmkirin ku Tirkiye naxwaze derkeve pêşberî DAIŞ’ê û hewl dide, rewşeke karibe rê li ber pirsgirêkê veke, ji holê rake. 


‘Em hêvîdar in nankoriyê li Kantona Kobanê neke’

Karayilan got, “Têkiliya DAIŞ û AKP’ê li vê derê careke din derketiye holê. Em hêvîdar in ku Tirkiye wê dawiyê li destekkirin û hevkariya DAIŞ‘ê bîne. Her wiha em hêvîdar in ku AKP vê desteka girîng a Kantona Kobanê ji bîr neke, nankoriyê neke û ambargoya li ser Kobanê rake. Di rewşa heyî de, ji bilî vekirina korîdorekê divê sînor li bazirganiyê veke. Ji ber ku di rewşa heyî de ambargoyek heye. Li deriyên din rewşeke bi vî rengî nîne, lê belê li deriyê Kobanê çûnûhatin û bazirganî ne serbest e. Sedema wê jî, Kurdbûn e. Em hêvîdar in ku AKP wê li gorî vê desteka Kurdên li Kobanê gavan biavêje. Ne polîtîkayên dijminatiyê, polîtîkayên cîrantiyeke baş, nîşan bide.”