7’ê Hezîrana 2015’an hilbijartinên Tirkiye pêk hatin û piştî hilbijartinên giştî yên 12’ê Hezîrana 2011’an, Tirkiye ber bi qonaxeke dijwar û siberojeke bi tem û mij ve gav avêt. Çi qasî pêvajoya aştî di navbera dewlet û Kurdan de destpêkiribe jî, roj bi roj zelal dibe ku dewlet di gav avêtin û bicîhanîna sozan de xemsar tevdigere. 

Li aliyê din li Tirkiyê ji bo bi hev re jiyanê û bipêşxistina aştiyê biryar hebû lê di hilbijartinên bihurî de wek mînak a Serokkomarî û 7’ê Hezîranê de kêşmekêşî dijwar bû lê diviyabû li ser xalên ji alî birêz Ocalan hatibû pêşniyazkirin lihevkirin çêbe, pêk were.

Lê her serketina hilbijartinan de Erdogan weke mînak hilbijartinên 2011 û 2014’ê, xwest otorîteya xwe zêde bike. Erdogan dixwest bibe Serokê Mutleq li ser parleman û hemû saziyan. Pergala Serokatî li welatekî wekî Tirkiyeyê pirr rengan, çandan, îdeolojiyan, baweriyan dihewîne  wê pirr rengî û demokrasiya heyî jî bikuje. Tirkiye berî hilbijartinan li ser duriyanekê bû, yan wê bi rêya Erdogan de ber bi dewleta otorîter ve biçûya yan jî wê yê rêya ku HDP’ê ji bo jiyana hevbeş û demokratîk pêşniyaz dikir hilbijarta.


Serketina HDP´ê wê tesîrê li Başûr bike

Kurdan wek her car, lê vê carê hê firehtir û bi rêjeyeke pirr zêde li gorî hilbijartinên berê, dilsoziya xwe bi Ocalan, HDP û PKK´ê da xuyakirin. Gelê Kurd bi neteweyên din, lîberal, çep, anarşîst û azadixwazan re xeyala Erdoganî pûç kirin. Projeya Erdogan hat hilweşandin û pêşî li derfeteke nû hat vekirin ji bo bipêşketina demokrasiya Tirkiyeyê. HDP bi ser ket. Pêla serketina HDP´ê wê tenê li perlemana Tirkiye li Enqerê raneweste, ev serketin wê bandora xwe li Başûr, Rojava, Rojhilatê Kurdistanî û tevahiya herêmê bike.

Li Başûrê Kurdistanê nemana hêviyê pirr xurt e di nava sazî, avahiyên dewletê, saziyên sivîl û gel de. Serketina HDP´ê wê ewrên nemana hêviyê ji holê rake û bandora erênî li Başûrê Kurdistanê bike. 

Kêşmekêşên navbera PDK û PKK´ê de piştî destpêkirina Şoreşa Rojava gav avêt qonaxeke nû, qonaxeke ku talûkeyên wê hat asta çekdarî bû. PDK bi kontrolkirina siyaseta Petrol û hatinên wê, aborî û saziyên Serbazî, Îstixbaratî, di 5 salên bihurî de hewil da û tevahiya enerjiya xwe bi kar anî ji bo xwe biguhêze beşên din ên Kurdistanê. Sê armancên aliyên firehxwaziya PDK´ê hebûn: Bêdengkirina hundir û veşartina şikestinên aborî, siyasî, serbazî û îdarekirina herêmê; mezinkirina tabloya Mesûd Barzanî weke serokekî neteweparêz ê Kurdî ku heta nava civaka navnetewî de bikaribe nûneriya Kurdan bike û li ser navê Kurdan biaxife, a sêyemîn jî pêşîgirtina li PKK´ê û astengkirina cihgirtina fikir û ramanên Ocalan li herêma Kurdistanê û hewildana zêdetir ku xwe nêzî Tirkiye bikin da ku lihevkirinên aborî û siyasî bi pêş bixin. Li hemberî vê PKK bi YNK û Gorranê re ket nava têkiliyan, bi van têkiliyan zemînên pêkanîna Kongreya Netewî zêdetir xwe da der, lê fikara PDK´ê ew bû ku li Kongreyê berteref bibe, ji bo wê jî kongre nehat girêdan. Tevgera Gorran, YNK û hêzên Îslamî, piştevaniya Kantonên Rojava kirin, ev xaleke giring bû ji bo PKK´ê, xaleke hevpar a neteweyî ji alî hêzên Bakur, Başûr û Rojava hat bipêşxistin bêyî ku lihevkirineke nivîskî hebe. Tevî ku YNK beşek ji nelirêtiya li Başûrê Kurdistanê ye, lê hem wan û hem Gorran ne tenê devkî û di medyayê de, her weha bi xwe fizîkî çûn Tirkiye û piştevaniya HDP´ê kirin. 


Hêza PDK´ê sînordar bû

Siyaseta petrolê ya PDK´ê, ket xizmeta Tirkiyeyê, ev bû sedema fikarên PKK´ê , ji ber ku yekser deriya Başûrê li ser berhem û çanda Tirkî hat vekirin û ev jî bû sedema maskeyekî ji bo AKP´ê. PDK bi hemû saziyên xwe a çapemenî bi taybet saziyên Nêçîrvan Barzanî ketin xizmeta AKP û dijberiya PKK, HDP û Rojava.  

PDK´ê dest bi propagandeya avakirina dewletê kir ku PKK weke dijberiya Projeya xweseriya Demokratîk dibîne, bi taybet jî li Rojava.  Ev kêşmekêş heya ketina Şengalê dijwartir dibû, piştî Şengalê PKK zû bi zû ket nava tevgerê û hem alîkariya Êzîdiyan kir, hem jî sînorêk ji bo hewildanên PDK´ê danî bi taybetî li Bakur û Rojava. Bi serketina HDP êdî PDK nikarê zêdetir kêşmekêş bi PKK´ê re bike lê divê pê re li hev bike. Hêzên paralel bi PDK´ê re li Rojava û Tirkiye ew qasî qels in ku nikarin rikeberiya PKK´ê bikin. Ji vir û şûn ve PDK bi sînor û asta xwe dizane yan jî divê zanibe, êdî PDK nikarê propagandeya nûneriya Kurdan li derve bike û bi navê Kurdên Rojava û Bakûr biaxife. Îro HDP´ê bi zêdetirî 6 Milyon deng û 80 Perlementer yek ji hêzên bi bandor a Rojhilata Navîn e, 3 caran zêdetir ji PDK deng û kursiyên Perlemanê mezintir û bi bandortir e.

HDP hêzeke demokrasîxwaz e, hevserokê wê kariye bala medya cihanê bikşîne ser xwe, The Guardian ji wê zêdetir diçe û dinvîsîne “Obamayê Kurdan” lê vê bi bîra we bînim ku Nêçîrvan Barzanî di kampanya hilbijartinê de reklameke bi milyonan dolarî di heman rojnameyê de kir ji bo rûyê derewîn ê herêmê nîşan bide, di kanala xwe ya televizyonê de xwe jî wisa nîşan da ku ev rapora rojnameya The Guardianê ye. HDP´ê di şûna ku li pey gotara netewperestiya herêmê bikeve ku timî xwîn û şidet bi xwe re aniya, gotara netewa demokratîk û yekîtiya gelan esas girt, berovajî vê, PDK´ê her roj nakokiyên xwe bi şîiyan re kûrtir dike. Serketina HDP´ê, PDK neçar dike li şûna ku binketinên xwe yên rêvebirin, aborî û serbaziya herêma Kurdistanê veşêre û pirsgirêkan ji bo Bakûr û Rojava jî divê xwe ji nû ve ava bike.


Têkçûyîna  Erdogan ji bo Başûr jî serketina sîstema parlemanî ye

Serketina HDP´ê û şikestina xewnên Erdogan ji bo guherandina pergala welêt ji Perlemanî ber bi serokayetoyê ve, wê destê YNK, Gorran û hêzên Îslamî jî bihêz bike ji bo destûreke ku Pergala serokayetî negire nava xwe, eger Tirkiye xwedî sedsaleke ji demokrasî û hilbijartin û civaka sivîl nikare pergala serokayetiyê qebûl bike, ne mûmkîn e ku herêma Kurdistanê ya 24 salî ya pirr bi pirsgirêk, xweferzkirin û diktatoriya vê pergala serokayetiyê qebûl bike û serketî jî nabe. Şikestina Erdogan alîgirên pergala parlemanî li herêmê bihêz dike. Serketina HDP´ê pirr ezmûnên bi hêvî dide YNK û Gorranê ku dikarin jê fêr bibin. Ev nemana hêviyê ku bandora xwe li endam û serokayetiya wan kiriye, dikarê vegerê hêviyê, binihêrin HDP dikarî li hemberî kesayetiya herî bihêz a Rojhilata Navîn bisekine, lê hûn çima nikarin li hemberî hêza herî qels a herêmê bisekinin û reformê ferz bikin. Divê xebatên xwe cidîtir bikin û hêviya xwe ji dest nedin. Civaka me piştevaniya HDP´ê dike û sedema wê ew e ku guhertina di pergalî de dixwaze û alîgirên bipêşxistina demokrasiyê ne. YNK û Gorran nekarîn tenê bi axaftinê piştevaniya HDP´ê bikin lê eger li vê serketinê xwedî derkevin, divê li Başûr jî Selehattin Demîrtaşan derxin meydanê û manîfestoyên serketinê yên mîna ya HDP´ê ragihînin. Divê hewl bidin kongreya Netewî girê bidin û PDK´ê jî qanih bikin ku sînor û hêza xwe bizane û hilkişîna HDP´ê û yên din weke tehlûke nebîne. Gotara dewleta Kurdî dive bikeve bin lêpirsînê, HDP bêyî ku qala dewletê bike qonaxa herî mezin derbas kir. Çima HDP´ê dikarî bi Tirkan re li dijberê sistemê û serokayetiyê bisekine lê em li Başûr tevî ew qasî hêz, aborî, sînor, Hukûmet, Parleman û Medya nikarin bi çend hêzên Iraqê re li hev bikin ji bo bipêşxistin û avakirina sîstemeke demokratîk , çima em nikarin hedekî ji bo serokwezîrê Iraqê yê bi pirsgirêk deynîn. Divê em ji vir û şûn ve gazincan ji Iraqê nekin, tenê kêliyekê li HDP´ê bifikirin û em divê rexnedana xwe bidin. 

HDP´ê hêvî da, bandor li Başûr û Rojava, Rojhilat kir, di şeva îlankirina serketina wê de derket holê, karkirin li ser vê bandorê ji alî hêz û kesayetiyan ve girîng e. 



KEMAL  ÇOMANÎ