
Sazî û partiyên Kurdistanê rizgarkirina Girê Spî li hemû welatiyên Kurdistanê, Rojhilata Navîn û mirovahiyê pîroz kirin û gotin, ev ê bibe avakira netewa demokratîk li Sûriyê. Fermandarê Biryargeha Navenda Parastina Gel Murat Karayilan,Partiya Yekîtiya Demorkatîk (PYD), Desteya Rêveber a Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM), Meclîsa Yekîtiya Star a Kantona Cizîrê, Serokê Meclîsa Rêveber ê Kantona Cizîrê Ekrem Hiso û Odeya Çalakiyan a Burkan El-Firat bi daxuyaniyan rizgarkirina Girê Spî pîroz kirin û dan xuyakirin ku xeyalên dagirkerên Kurdistanê têk çûn.
Karayilan: Serkeftin a mirovajiyê ye
Fermandarê Biryargeha Navenda Parastina Gel Mûrat Karayilan rizgarkirina Girê Spî nirxand û got, “Ev serketineke mezin e. Li ser navê tevgera me, YPG, YPJ û Hêzên Bûrkan El Firat pîroz dikim, ji ber vê serketinê wan silav dikim.”
Hesabên hêzên cuda pûç bû
Karayilan da zanîn ku azadikirina Girê Spî ne tenê ji bo gelê Kurd ji bo mirovahiyê nexasim bo gelên Rojhilata Navîn û Misilman gellekî gîrîng e û wiha pê de çû: “Serketina Tevgera Girê Spî, hem ji bo gelên Rojava, hem ji bo tevahiya gelên Sûriyeyê, hem jî ji bo hemû mirovahiyê zemîneke xurt a pêşketinên girîng, afirandiye. Beriya her tiştî ji ber gihîştina hev a her du kantonan, ji bo Rojavayê Kurdistanê pêşketineke mezin û destketiyeke giranbuha ye. Ev serketin ne tenê azadbûna Girê Spî ye, di heman demê de xurtkirina serketin û azadiya Kobanê ye. Vê serketinê dorpêçkirina Kobanê jî bi temamî şikandiye û hesabên hêzên cuda pûç kirine. Lewma serketina vê pêngavê, ji bo Rojavayê Kurdistanê pêşketineke nû û girîng e.”
‘Ji bo Kurdan qonaxeke nû dest pê kir’
Karayilan destnîşan kir ku azadkirina Girê Spî ji bo tevahiya Kurdan destketiyeke girîng e û got, “Pirsgirêka Kurd êdî ne li qonaxa beriya mehekê ye. Derbasî qonaxeke nû bûye. Qonaxa nû, qonaxa nîşandana vîna gelê Kurd a ji bo jiyana bi vîna xwe ya cewherî, çand, ziman û kevneşopiya xwe ye. Ev yek li hemû parçeyan çareseriya pirsgirêka Kurd ferz dike.”
‘Me gotibû ne Kobanê wê Til Ebyad bikeve’
Karayilan li ser helwest û daxuyaniyên rayedarên dewleta Tirk ên li ser rizgarbûna Girê Spî wiha axivî: “Em baş dizanin ku di serî de Erdogan, hikûmeta AKP’ê ji rizgarbûna Girê Spî gelekî aciz in. Her wiha Dewleta Sûriyeyê û hin hêzên din ên cuda jî aciz in. Tê zanîn hefteyek piştî ku hêzên DAIŞ’ê par êrîşî Kobanê kirin Erdogan got, ‘Kobanê dikeve, li ber ketinê ye’. Me jî wê demê gotibû, ‘Ne Kobanê wê Til Ebyad bikeve’. Niha ya me got, pêk tê. Sedema vê yekê ew e, ku Erdogan û hikûmeta AKP’ê rastiya herêmê û potansiyela azadiyê ya gelê Kurd nikarin rast bixwînin. Ji ber vê yekê her tim tespîtên şaş kirin. Lê em tevgerek in ku rastiya herêmê rast dixwînin û bi dînamîkên azadiyê yên gelê Kurd ên li her parçeyî baş dizanin. Her wiha weke PKK, tiştekî ku nebe, em nabêjin wê bibe.
‘Pêwîstî yekitiya neteweyî heye’
Fermandarê Biryargeha Navenda Parastina Gel Mûrat Karayilan bal kişand ser girîngiya yekîtiya neteweyî jî: “Di vê qonaxê de ji her demê bêhtir pêwîstî bi yekîtî, piştevanî û hevkariya neteweyî heye. Bi rastî jî di roja îro de li Rojhilata Navîn yekane hêza dikare li hemberî DAIŞ’ê li ber xwe bide, têbikoşe, gelê Kurd e. Têkoşîna gelê Kurd a li Rojava û Başûr li pêş çavan e. Gelê Kurd bi avantajên vê yekê, dikare li herêmê bibe aktorekî xurttir bi bandor. Ji bo vê jî pêwîstî bi platformeke neteweyî heye.”
Partiya Yekîtiya Demorkatîk (PYD) rizgarkirina bajarê Girê Spî li hêzên hevbeş û hemû gelê Sûriyê û Rojava pîroz kir û got ku rizgarkirina Girê Spî dê bibe destpêka rizgarkirina tevahiya Sûriyê.
Serokê Meclîsa Rêveber a Kantona Kobanê Enwer Muslim jî vekirina korîdora di navbera herêmên Kobanê û Cizîrê de wekî serketina mirovahî, biratî û demokrasiyê bi nav kir. Muslim, got: “Ev korîdor ji bo Kobane ruhekî nû ye.”
‘Bajarekî cihêreng e’
Muslim da zanîn ku bajarê TIl Ebyadê hemu rengên netewan dihewîne û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji sedî 40 kurd, sedî 40 ereb, sedî 10 ermen û sedî 10 jî Tirkmen in. Yanî ne yek reng e. Wateyeke wê ya mezin heye, gelê herêmê di destpêka şerê li hermberî DAIŞ’ê de têkiliya wan bi me re hebû, dixwestin ji DAIŞ’ê xilas bibin. Ji bo Suriyeya pêşerojê wateya wê ya mezin heye.”
‘Dorpêça Kobanê şikest’
Derbarê girîngiya vekirina korîdora di navbera Kantonên Cizîrê û Kobanê de jî Muslim got: “Her kes dizane ku ev 3 sal in Kobanê ji 3 aliyan ve dor lê hatibû girtin. Şîrê zarokan, pêdiviyên jiyanî, av û elektrîk û hwd. ji ser herêmê qut bûye. Vekirina vê korîdorê û gihîştina hev a herdu kantonan ji bo me ruhekî nû ye. Êdî em ê karibin pêdiviyên jiyanî û xwestekên gelê xwe bicîh bînin.”
‘Wê bibe mînaka netewa demokratîk’
Desteya Rêveber a Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) rizgarkirina bajarê Girê Spî li hemû welatiyên herêmê pîroz kir. TEV-DEM´ê diyar kir ku pêkhateyên bajêr bi mozayîka xwe ya çandî û netewî li ser bingeha jiyana hevbeş dikarin roleke girîng di avakirina netewa demokratîk de bilîzin.
‘Mîmarê serkeftina Girê Spî Ocalan e’
Meclîsa Yekîtiya Star a Kantona Cizîrê rizgarkirina bajarê Til Ebyad (Girê Spî), li şervanên ku di operasyonê de cîh girtine, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, hemû jiyan û gelên herêmê pîroz kir.
Meclîsê derbarê mijarê de bi daxuyaniyeke nivîskî got: “Sekretina vê pêngavê serketina projeya Netewa Demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan e. Serkeftina tevahiya jinan e.”
‘Em ê ji bo pêdiviyê welatiyan bikevin tevgerê’
Serokê Meclîsa Rêveber ê Kantona Cizîrê Ekrem Hiso jî diyar kir ku ew û rêveberiya Kantona Kobanê ji bo peydakirina pêdiviyên şêniyên Girê Spî dê hevkariyê bikin. Hiso bang li hemû hêzên mixalefetê kir beşdarî xebatên rizgarkirinê bibin û got, rizgarkirina Girê Spî destpêka rizgarkirina tevahiya Sûriyê ye.
Alîkariya Girê Spî
Hiso, da xuyakirin ku ew qonaxa piştî rizgarkirinê nîqaş dikin û ev agahî dan: “Kordînesyona giştî ya Rêveberiya Xwerseriya Dmeorkatîk a sê Kantonên Rojava (Cizîr, Kobanê û Efrînê) civînek li dar xist û me rêbaza alîkariyê di navbera Cizîrê û Kobanê û peydakirina pêdiviyên xizmetan, tenduristiyê û enerjiyê ji şêniyên herêmê re nîqaş kir. Ev erka Rêveberiya Xweseriya Demorkatîk e ji ber ku Girê Spî beşek ji xaka Rojava ye ku beşek ji xaka Sûryê ya rizgarkirî ye.ˮ
Serketin li gelên Suriyê pîroz kir
Odeya Çalakiyan a Burkan El-Firat rizgarkirina herêma Girê Spî diyarî hemû pêkhateyên herêmê û tevahî gelên Sûriyeyê kir û got, “rizgarkirina Girê Spî serkeftina edaleta mirovahiyê li dijî hovîtiyê ye û serkeftina rûmeta welatiyên Sûriyeyê û azadiya wan e. Ev serkeftin nûnertiya vîna azad a mirovahiyê ye ku li hemberî nexweşiya terorê têdikoşe.”
BEHDÎNAN/AMÛDÊ/KOBANÊ/QAMIŞLO
YPG:124 çete hatin kuştin
Navenda Çapemeniya YPG’ê der barê rizgarkirina Girê Spî û encamên wê de daxuyaniyek weşand.Navenda Çapemeniya YPG’ê diyar kir ku di operasyona rizgarkirina Girê Spî de 124 çete hatine kuştin û gelek çek û cebilxane jî hatine desteserkirin. Navendê destnîşan kir ku li gundewarên Girê Spî xebatên lêgerînê didomin.
Di daxuyaniyê de ev agahî hatin dayîn: “Di çarçoveya Hemleya Fermandar Rûbar Qamişlo ya ku ketiye roja xwe ya 41’an de, tevgera hêzên me yên giredayî Kantonên Kobanê û Cizîrê ya li hemberî çeteyên li Girê Spî (Til Ebyad) û derdora wê de bi cih bûne, dabû destpêkirin berdewam dike.”
24 saetên dawî de 124 çete hat kuştin
YPG’ê da xuyakirin ku piştî ku hêzên wan yên Kobanê û Cizîrê pêr danê nîvro gihîştin hev, navçeya Girê Spî û derdora 40 gundî bi temamî hatibûn dorpêçkirin. Daxuyanî bi weha dewam kir: “Hêzên me ji pêr êvarê ve li hemberî van komên çeteyan ku hatibûn dorpeçkirin, operasyon li dar xistin. Di navbera hêzên me û komên çeteyan de ku dixwestin dorpeça hêzên me bişikînin û birevin, carinan pevçunên gelekî dijwar rû dan.
Di pevçûnên 24 seatên dawî de bi qasî hatiye zelalkirin 124 çete hatine kuştin. Hêzên me tevî 60 termên çeteyan dest danîn ser gelek çek, cebilxane û amûrên leşkerî.”
Her wiha Navenda YPG’ê da zanîn ku di encama van operasyonan de hêzên wan dagirkeriya çeteyan a li ser navçeya Girê Spî bi dawî kirine û wiha dawî li daxuyaniyê anî: “Doh jî hêzên me xebatên lêgerîne li 2 taxên dawî yên navçeya Girê Spî bi dawî kirin. Xebatên lêgerînê yên li gundên li bejahiya Girê Spî dewam dikin.”
ANHA