AZAD SEFO / MIZGÎN MEHMÛD / ANHA 


Hevseroka Meclîsa Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê Hediye Yûsif diyar kir ku Meclîsa wan amadekariyên lidarxistina civînên meclîsên hatine hilbijartin dike û dê rewşa kar û xebatên rêxistinî û rêveberî gotûbêj bikin. Hediye da zanîn ku ew ê komîteyekê ava bikin da ku bi karûbarên şaredariyan û hawîrdorê rabe.

Hevseroka Meclîsa Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê Hediye Yûsif behsa pêngava piştî hilbijartina meclîsên rêveberiyên herêmî kir û behsa çawaniya hilbijartina hevserokên kanton, navçe û bajarokan kir.


Qonaxa nû ya federaliya demokratîk

Hediye Yûsif di destpêka axaftina xwe de got, “Piştî ku du qonaxên hilbijartinan ên hilbijartina hevserokên komînan û meclîsên rêveberiyên herêmî yên Bakurê Sûriyeyê serketî bi encam bûn, em derbasî qonaxeke nû ya projeya Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê dibin. Niha em amadekariyên aktîfkirina van meclîsên hatine hilbijartin dikin. Piştî qonaxa yekemîn a hilbijartinan civîn ji hevserokên komînan re hatin lidarxistin û niha hemû komîn kar û xebatên xwe li gorî plansaziyê bi awayekî baş didin meşandin. Piştî qonaxa duyemîn jî niha ji bo ku ev meclîsên hilbijartî bêne aktîfkirin, xebat têne meşandin û peywendî bi komînan re tê kirin.”


Rêziknameyên meclîsan hatin erêkirin

Hediye Yûsif destnîşan kir ku komîteyên girêdayî Meclîsa Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê rêziknameyên meclîsan nivîsandin da ku xebatên wan bêne birêxistinkirin û gava yekemîn a rêveberiyê ew e ku van rêziknameyan erê bike.

Hediye Yûsif di berdewama axaftina xwe de piştrast kir ku Rêveberiya Meclîsa Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê û Rêveberiya Xweser dê civînan ji van meclîsên hatine hilbijartin re lidar bixin  û rêbazên kar û xebatên rêxistinî û rêveberî gotûbêj bikin, nemaze ji ber ku ev meclîs berpirsyarên rêveberiyên komînan in û di civîneke giştî de hemû ji bo li ser bingeha sîstema netewa demokratîk bixebitin, dê sond bixwin.


Hilbijartina hevserokên meclîsan

Hediye Yûsif got, di civîna yekemîn a meclîsên rêveberiyên herêmî yên kantona Cizîrê de dê hevserokên meclîsan li ser asta kantonan bêne hilbijartin, her wiha dê sê cîgiran van hevserokan jî bêne hilbijartin. Di heman civînê de hevserok û cîgirên wan ji bo lîsteyeke endamên komîteyên pêwîst ava bikin dê bêne erkdarkirin û paşê jî dîroka civîna duyemîn a meclîsên kantonan dê diyar bikin.


Komîteya çavdêriya şaredariyan û hawîrdorê

Li gorî Hediye Yûsif, ev meclîsên kantonan di civîna xwe ya duyemîn de dê komîteyan li gorî lîsteya ku hevserokan amade kiriye, ava bikin û komîte jî dê di nava xwe de hevserokên xwe hilbijêrin.

Derbarê Komîteya Çavdêriya Şaredariyan û Hawîrdorê de Hediye Yûsif got, ev Komîte dê ji bo birêvebirina şaredariyan berpirsyar be, ji ber vê yekê ew di aliyê pergala rêxistinî de cûdayî komîteyên din e û ji hevserokan û 5 endaman pêk tê û diyar kir ku hemû meclîs dê bi awayekî kordînekirî xebatên xwe bimeşînin.

Girêdayî cûdabûna di navbera sîstema federaliyê ya komîn û meclîsan û sîstema Rêveberiya Xweser de Hediye Yûsif got, “Sîstema komîn û meclîsan dê di heman rêzê de bin û hevserokên komînan dê rasterast kordîneyê bi hevûdu re bikin, ango hevserokatiya bajarokan dê peywendiyê bi navçeyê re bike û navçe dê bi meclîsa deverê re bike û dever dê kordîneyê bi komînên kantonê re bike û kanton jî dê kordîneyê bi meclîsa herêmê û rêveberiya Meclîsa Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê re bike.”


TEV-DEM dê di blokeke taybet de bixebite

Hediye Yûsif da zanîn ku hemû komîn dê rasterast kordîneya xwe bi sîstema Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê re bikin, ango ne bi Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) re û TEV-DEM jî dê hin guhertinan di rêziknameya xwe de pêk bîne da ku karibe xebatên xwe yên çavdêriya li ser saziyên girêdayî wê yên weke Kongra Star û partiyên siyasî yên di bin sîwana wê de ne, bidomîne: “TEV-DEM dê di nava blokekî taybet de xebatên xwe bimeşîne û dê cihê xwe di vê sîstema nû de bigire.”

Hevseroka Meclîsa Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê Hediye Yûsif axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Amadekariyên qonaxa sêyemîn a hilbijartinên sîstema Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê ku tê payîn di 19’ê Çileyê 2018’an de bêne lidarxistin, berdewam in. Hemû biryarên girêdayî hilbijartinên qonaxa sêyemîn dê di bin çavdêriya Komîseriya Bilind a Hilbijartinan de pêk werin. Em niha ji bo birêxistinkirina meclîsan û amadekariyên hilbijartinan dixebitin da ku valahî bi tamamî were dagirtin. Armanca me ya sereke ew e ku hilbijartin di dema xwe ya diyarkirî de bêne lidarxistin.”