
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê, têkildarî azadkirina Girê Spî daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bang li hemû gelên Sûriyeyê kir da ku bi serketina Girê Spî, bi têkoşîna hevpar Sûriyeyeke demokratîk ya dibe welatê demokratîk û hevpar a hemû gelan, bê afirandin û pêvajoyeke nû ya ku Rojhilata Navîn demokratîk dike, bidin destpêkirin
KCK’ê di dewama daxuyaniyê de destnîşan kir ku serketina YPG û YPJ’ê ne tenê hevdîtina Kantonên Cizîre û Kobanê ye; di heman demê de hevdîtina gelên Sûriyeyê ye.
Serketina Girê Spî ya berxwedana Kobanê ye
KCK’ê bal kişand ser van esasan: “Girê Spî wê bigihêje rêveberiyeke hevpar a ku Kurd, Ereb û Tirkmenan. Ev rastiya rêveberiyê wê ji bo Sûriyeyeke demokratîk bibe model. Daxuyaniyên fermandarên YPG û YPJ’ê vê nîşan didin. Jixwe karaktera herî balê dikişîne ya Şoreşa Rojava, bi zîhniyeta neteweya demokratîk gel bi hev re bibin rêveberî.”
KCK’ê da xuyakirin ku girtina Girê Spî, berxwedana Kobanê watedartir kiriye û got: “Serketina Girê Spî di heman demê de serketina Berxwedana Kobanê ye, serketina gelên cîhanê yên li dora berxwedana Kobanê bûne xelek e. Serketina Girê Spî di heman demê de, serketina şoreşgerên enternasyonalîst yên di şoreşa Rojava de şehîd bûyî ye jî. Serketina Girê Spî, ne tenê serketina gelê Kurd, serketina hemû civakên baweriyên cuda, Ereb û Suryaniyan e. Ev serketin bûye destpêka dawiya paşverûtiya DAIŞ’ê. Serketina şoreşa Sûriyeyek Demokratîk ji îro pê ve hatiye îlankirin.”
KCK´ê li ser helwêsta Tirkiyeyê ya beramberî Kurdan jî got, “heta ku dewleta Tirk dest dijberbûna Kurdan bernede, ti wateya gotina ‘Em Kurd-Tirk bira ne, em ji hev ne cudane’ tine, ne mimkun e çareseriya pirsgirêka Kurd pêk bê û aştî û îstîqrar pêk bê.”
Bila Tirkiye bi Şoreşa Rojava re aştiyê bike
Daxuyaniya KCK’ê bi van gotinan bi dawî bû: “Ger bê dîtin ku hevkariya Tirkiyeyê ya bi DAIŞ’ê re xêrê nayne û ger çareseriya neteweya demokratîk a Tevgera Azadiya Kurd bê qebûlkirin, herî zêde wê Tirkiye û gelên Tirkiyeyê ji vê qezenc bikin. Polîtîkaya herî rast a ji bo Tirkiyeyê, ev e ku bi Şoreşa Rojava re aştiyê bike û li hundir û derve pêvajoyeke polîtîk a nû bê destpêkirin.
Em bang li hemû gelên Sûriyeyê dikin ku bi serketina Girê Spî, bi têkoşîna hevpar Sûriyeyeke demokratîk a dibe welatê demokratîk û hevpar a hemû gelan, bê afirandin û pêvajoyeke nû ya ku Rojhilata Navîn demokratîk dike, bidin destpêkirin.”
ANF/BEHDÎNAN