Li bajarê Bremen ê Elmanyayê serketina HDP’ê ya di hilbijartinan de hat pîrozkirin. Pîrozbahî bi seyranê ji aliyê Bremen NAV-DEM, Bremen Hafen NAV-DEM, komunên li derdora Bremen, Mala Cem a Bremen, Federasyona Komeleyên Elewiyan, Bremen, nûnerê YEK-Bremen, Mizgefta Saîdê Kurdî ya Bremen ve hat organîzekirin.
Pêkhateyên HDP’ê, nûnerên PYD’ê, parlamenterê Eyaletê yê Partiya Çep Cîndî Tuncer û hin parlamenterên Partiya Çep, Hevserokê NAV-DEM’ê Yuksel Koç, Apê Herbijî, gelek dostên Kurdan û kesayetên Tirkiyeyî tevlî pîrozbahiyê bûn. Hevserokê NAV-DEM´ê Yuksel Koç li vir axivî û got, wa diyar e ku dewletê beşek ji dengên li Elmanya û Holandeyê dizîne. Axaftvanên din jî bal kişandin ser kampanyaya serketî ya li Kurdistan, Tirkiye , Ewrûpa û Bremenê.
Di pîrozbahiya li seyrangehê de destpêkê axaftin hatin kirin. Piştî axaftinan Koma Siyabend, Ozgur Comer, Koma Rengîn derketin ser dikê û beşdar coşandin.
Peine projeya HDP silav kir
Li bajarê Elmanya Peine jî Kurdistanî û Tirkiyeyiyan serketina HDP´ê ya di hilbijartinana de pîroz kir. Navenda Civaka demokratîk a Peine pîrozbahî organîze kir. Girseyeke qelabalix beşdarî pîrozbahiyê bû û Memo Kazan, Xêrî Daban û Saban Kazan bi hunera xwe û muzîkê beşdar coşandin. Beşdaran "projeya jiyana nû" jî silav kir.
BREMEN/PEINE