Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik, şeva din di bernameya Rojeva Welat a Stêrk TV de çalakiya li Edliyeya Çaglayanê û hilbijartinên giştî nirxand. Bayik da xuyakirin ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 28’ê Sibatê û Newrozê de pêngaveke mezin a siyasî daye destpêkirin û got “Hişmendî û nêrîna berê ya li Rêbertî, PKK û Kurdan, bi awayekî erênî veguherîn. Vê pêvajoyê di heman demê de li qada navneteweyî deng veda. Çapemeniya cîhanê cihekî berfireh da vê pêvajoyê. Yanî li Tirkiye û cîhanê ev pêvajo gelekî hat nîqaşkirin. Vê rewşê beriya her tiştî xizmetî HDP û hêzên demokrasiyê kir. Ji ber ku li Tirkiyeyê hilbijartin heye û destê van hêzan xurt bû.”


‘Çalakiya Çaglayanê bi kêrî AKP’ê hat’

Bayik ragihand ku hin hêz ketine nava fikaran ku eger pêvajo bi vî rengî dewam bike ew ê zerarê bibîne û bal kişand ser bûyerên li Edliyeya Çaglayanê qewimîn.

Bayik got, “Ji bo pêşî li xurtbuna têkilya gelên me ye Elewî û Tevgera Azadî bigirin û rojevê biguherînin ev çalakî xistin rojevê. Bi vê çalakiyê re xwestin rojevê biguherînin, bandora pêvajoya Rêber Apo daye destpêkirin bişkînin û bi taybetî nehêlin ku pêvajo bandorê li civakê û Elewiyan bike. Ji bo xurtbûna HDP û hêzên demokrasiyê asteng bikin, çalakiya Çaglayanê hat organîzekirin. Ev, ne di xizmeta hêzên demokrasiyê û tevgerên çep de ye. Dikeve bin xizmeta AKP’ê. Eger çalakiya Çaglayanê nebûya, dengên AKP’ê wê kêmtir bibûya. Bi vê hesiyan. Hesap kirin ku çawa pêşî li vê bigirin. Çalakiya Çaglayanê bi kêrî AKP’ê hat. Xwestin vê bikar bînin û bikin rojev. Bi vê yekê re xwestin ‘Qanûna Ewlekariya Hundir’ jî rewa bikin û mafdar nîşan bidin. Ji aliyekî ve bi ser ketin jî. AKP’ê xwest bi vî rengî sûdê ji vê çalakiyê werbigire.”


‘AKP dixwaze Elewiyan dengên xwe bidin CHP’ê’

Bayik diyar kir ku AKP dixwaze civata Elewî dengê xwe nede HDP’ê bide CHP’ê û got, “Bi vî rengî propaganda tê kirin. Ji ber ku eger Elewî deng bidin HDP’ê û HDP bendê derbas bike. Dixwazin çalakiya Çaglayanê jî bi vî rengî bikar bînin.” Bayik ragihand ku CHP dixwaze dengên Elewiyan berhev bike û bi vî rengî AKP û CHP hevdu temam dikin û got, “Armanca wan a hevpar ew e ku nehêlin Elewî deng bidin HDP’ê. Bi vî rengî tifaq kirine. Her du partî vê yekê li gorî berjewendiyê xwe dibînin. Bi vî rengî xebateke kûr tê meşandin.”


‘Divê ji bo serkeftinê her kes şev û roj bixebite ‘

Bayik der barê xebatên hilbijartinê de jî ev nirxandin kir:“Yên di bin sîwanê HDP’ê de tevlî hilbijartinan dibin, divê ji bo serketinê dest bidin hev û bixebitin. Ev ne tenê qezençkirina hilbijartinê ye. Qezençkirina nasname û azadiyê ye. Qezençkirina azadiya Tirkiyeyê ye. Wê xizmetê ji pêngava demokratîkkirina Rojhilata Navîn re bike. Her kesê di lîsteyê de cih girtiye yan cih negirtiye, mîna neferekî/ê bixebite. Eger HDP bi ser bikeve, wê hêzên demokrasiyê, tevgerên çep, Misilmanên rastî qezenç bikin. Her bawerî û gel wê qezenç bikin. Ji ber vê yekê divê weke seferberiyekê xebat bê meşandin.”

Bayik destnîşan kir ku divê yên têkoşîna demokrasî û azadiyê dimeşînin êdî li cem namzetên diyar bûne cih bigirin û ji bo serketina HDP’ê bi şev û bi roj bixebitin. 


 ANF/NAVENDA NÛÇEYAN