Heta niha piştrast bûye ku di hilbijartinên giştî yên Swêdê de pênc Kurd weke parlamenter hatine hilbijartin. Keseke ku bav Kurd e jî ji partiya rastgir karî bikeve parlamena Swêdê. Yên ku li gorî encamên ne dawî, heta niha kursiyên xwe ji bo çar salên li pêşiya me li parlamenê jî misogerkirine, ev in:

Gulan Avcî ya ku ji Bakurê Kurdistanê ye, ji Partiya Lîberal hatiye hilbijartin û ji bajarê Stockholmê ye.

Kadir Kasirga yê ku ji Baurê Kurdistanê ye ji Partiya Sosyal Demokrat hatiye hilbijartin û ew jî ji Stockholmê ye.

Lawên Rêdar a ku Bavê wê ji Başûr û dayika wê ji Rojhilatê Kurdistanê ye jî ji Partiya Sosyal Demokrat ji Stockholmê hatiye hilbijartin.

Serkan Kose yê ji Kurdên Anatoliya Navîn jî ji Partiya Sosyal Demokrat ji Stockholmê hat hilbijartin.

Roza Guçlu Hedin a ku ji Bakurê Kurdistanê ye jî ji Partiya Sosyal Demokrat karî bikeve parlamenê.

Sara Sêpele ya ku bavê wê Kurdê ji Anatoliya Navîn û dayika wê Swêdî ye, ji Partiya Demokratên Swêdê hatiye hilbijartin û ji niştecihên Kramfoşê ye.

 

STOCKHOLM