
Serokê Meclîsa Şehbayê Cemal Elo got, armanca êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li herêma Şehbayê, tinekirina Sîstema Federal a Demokratîk e.
Cemal Elo gavên serketî yên Hêzên Şoreşger ên li herêma Şehbayê, êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û çeteyên Koalîsyona Neteweyî ya Sûriyeyê ku pişta xwe dispêrin Tirkiyeyê nirxandin.
Li ser rewşa heyî ya li herêma Şehbayê Elo da xuyakirin ku di operasyonên dawî yên Hêzên Şoreşger ên Şehbayê de gelek cihên stratejîk ji çeteyên DAIŞ‘ê hatine paqijkirin û got, “Dewleta Tirk a xwe li vê ranegirt, ji hewayê û bi mûşek, tank û obusan êrîşî çeperên şervanên Hêzên Şoreşger ên Şehbayê kir. Dewleta Tirk bi vê nema û tevî çeteyên koalîsyona Sûrî ji bejahî ve jî dest bi êrîşên giran kir.”
Elo destnîşan kir, ku ev êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê yên ji bo oparastina çeteyên DAIŞ‘ê hatin kirin, di demeke kurt de bi fedakariyeke mezin û berxwedaneke dîrokî ya şervanên Hêzên Şoreşger hatin pûçkirin.
Elo ji bo operasyonên rizgarkirinê yên şervanên Hêzên Şoreşger li herêma Şehbayê jî got, “Zarokên leheng ên gelê Şehbayê bi can û xwîna xwe, destketiyan diparêzin.”
Parçeyek ji konsepta navneteweyî
Cemal Elo êrîşên di dema dawî de li dijî Şehbayê û gelên herêmê wekî parçeyek ji konsepteke navneteweyî dinirxîne û dibêje: “Navenda herî girîng a şerê naxweyî ya Sûriyê Şehba û Heleb e. Ji ber vê girîngiya xwe, hêzên navneteweyî û herêmî çav berdane vê derê. Dewleta Tirk û çeteyên koalîsyona Sûriyê dixwazin vê herêmê dagir bikin.”
Elo îşaret bi dewlemendiya ser û binê erdê ya herêma Şehbayê jî kir û got, “Ji ber ku li vê herêmê çavkaniyên dewlemend ên avê hene, her wiha ji aliyê petrol û kanan ve jî dewlemend e, hemû hêz ji bo li herêmê serdest bin, êrîş dikin. Şehba di heman demê de deriyekî stratejîk û girîng e ji bo Sûriye û Rojhilata Navîn. Ev der, li ser rêya ber bi Derya Spî ve rawestgehek e.”
Ji bo tesfiyekirina Şoreşa Rojava êrîşa li dijî Şehba
Serokê Meclîsa Şehbayê Cemal Elo anî ziman ku ji destpêka şerê navxweyî yê Sûriyê ve dewleta Tirk ji bo tinekirina Şoreşa Rojava û bêstatuhiştina Kurdan polîtîka meşand û îşaret bi wê yekê kir ku wê xwest herêma Şehbayê ji bo tesfiyekirina Şoreşa Rojava bike navendek. Cemal Elo dibêje, dewleta Tirk bi vî yekê dixwaze li ser Helebê jî destdest be, zemîna Sûriya demokratîk ji holê rake, û weha dewam dike: “Ji ber ku dewleta Tirk baş dizane ku sîstema demokratîk a pirrengî ku Kurd, Ereb, Tirkmen, Çerkes, Ermenî, Suryanî û gelên din bi hev re ava kirine, wê demokrasî û azadiyê bîne Sûriyeyê.”
Cemal Elo diyar kir, dewleta Tirk bi êrîşan dixwaze vîna gelên Federasyona Rojava/Bakurê Sûriyeyê bişikîne, gelan qir bike, talan bike û li ser mijarê wiha dipeyive: “Lewma hejmareke zêde çek û leşkeran ji Cerablûs û Raî diherikîne xeta Ezaz û Mareyê. Qîma xwe bi vê jî naîne, di ser Îdlib-Hatayê re çeteyan dixe herêmê. Tirkiye dixwaze demografiya herêmê biguherîne. Dixwaze herêmê ji Kurdan, ji hêzên demokratîk xalî bike û li gorî xwe herêmekê û civakekê bafirîne.”
Gelên Şehbayê Sîstema Federal a Demokratîk dihebînin
Serokê Meclîsa Şehbayê Cemal Elo ragihand ku gelên Tirkmen, Ereb, Kurd, Ermenî, Suryanî û hemû baweriyên li herêma Şehbayê êdî dizanin ku ‘Ji bilî gelên Sûriyeyê kes li berjewendiyên gelên Sûriyeyê nafikire’ û dibêje, “Her kes êdî çareseriyeke demokratîk dixwaze. Dixwaze Sûriye demokratîk bibe. Ji ber vê yekê, di serî de gelên Şehbayê hemû gelên Sûriyeyê rizgarî û azadiya xwe di nava sîstema federal a demokratîk de dibînin.”
Li ser hêzên niha li Şehbayê şer dikin, Cemal Elo got, “Mirov dikare bibêje herêma Şehbayê niha veguheriye navenda şerê cîhanê yê sêyemîn. Hemû alî di vir de li gorî berjewendiyên xwe siysetê dimeşînin. Herêma Şehbayê li ser rêya Helebê û deriyê ber bi cîhanê ve ye. Lewma di şerê Sûriyê de cihekî diyarker e.”
Ji bo demokratîkbûna Sûriyê mekanekî startejîk
Serokê Meclîsa Şehbayê Cemal Elo diyar kir ku herêma Şehbayê ji bo demokratîkbûna Sûriyeyê jî gelekî girîng e û wiha peyivî: “Li vê herêmê Tirkmen, Ereb, Kurd, Çerkes, Suryanî demeke dirêj bi hev re jiyan. Mestereyeke biçûk a Sûriyeyê ye. Herêma Şehbayê xwedî wê tecrûbe, dîrok û pirrengiyê ye ku dikare ji avabûna Sûriyeya demokratîk re pêşengiyê bike.”
MAHÎR YILMAZKAYA / DARAVA ALA / ANF / ŞEHBA