Dengvedana rizgarkirina Girê Spî ji aliyê hêzên YPG/YPJ û Bûrkan El Firat ve, dewam dike. Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Xebat Andok bal kişand ser girîngiya serketina Girê Spî ji aliyê gelan û leşkerî ve û destnîşan kir, ku her kesê li gorî DAIŞ'ê plan dikir, li Girê Spî têk çû.
Serketina xweseriya demokratîk e
Xebat Andok destnîşan kir ku hêzên parastina Rojava bi gelên Ereb û gelên din re di demên dawî de li Girê Spî têkoşîn û berxwedaneke mezin dane meşandin û got: "Li dijî zebaniyên DAIŞ’ê serketin hat bidestxistin. Bê guman gelek armancên vê serketinê hene. Ji aliyê giştî ve ya hatiye armanckirin; li Rojava û Sûriyeyê hemû gel xwe bi xwe birêve bibin, civak bibe hêz, her kes li ser esasê xweseriya xwe, parastina xwe, li ser esasê wekhevî û azadiyê jiyana bi hev re ava bike."
Berferehkirina jiyana azad
Andok di warê cografî de dawîhatina li qutbûna di navbera kantonên Cizîr û Kobanê de jî weke gelekî stratejîk nirxand û axaftina xwe weha dewam kir: "Di serî de jî ev kanton ne kantonên dewletî ne, di van kantonan de desthilatdarî tine. Ne tenê ya Kurdan, kantona hemû pêkhate û rengên li Rojava ye. Ji ber vê jî di esasê perspektîfa neteweya demokratîk de kantonên nû hatine avakirin, maneya vê berfirehkirina jiyaneke azad, wekhev û demokratîk e. Ev yekbûyîn ji bo demokratîkbûyîna Sûriyeyê û heta prototîpa Rojhilata Navîn gelek girîng e û bi qîmet e. Eger pekane divê hemû kanton bi hev re bin û ne tenê li Rojava, di çarçoveya pergala kantonal a Sûriyeyê de, hewceye bigihêje sazbûnek xweseriya demokratîk."
Rojava bi qasî mafên Kurdan nirxên mirovahiyê jî diparêze
Andok îşaret bi tohmetên AKP´ê kir û got, "Kurdistan ti carî nebû ya Kurdan bi tenê. Li Kurdistanê gelek gel dijîn. Di zîhniyeta Kurdê ku felsefeya Rêber Apo ji xwe re kiriye armanca jiyanê de, neteweperestî tine. Ji ber vê ye ku ya li Rojava pêk hatiye, bi qasî ku mafên Kurdan diparêzin, nirxên mirovahiyê jî diparêzin."
Andok got, "… têkoşîna li dijî şoreşê deşîfre bûye. Li dijî van êrîşên ku dikarin ji aliyê çandî, aborî, siyasî ve bi pêş bikevin, divê civakên li Rojava, çand û hebûna xwe biparêzin." Andok her wiha di vê çarçoveyê de bang li hêzên şoreşger yên cîhanê jî kir: "Serketina Girê Spî serketina mîlyonên ku bi dirûşme û ruhê hevpar daketine kolanan e. Di vî alî de divê herî kêm bi qasî Kobanê xwedî lê derkevin. Pêşengiya van serketinan Kurd bikin jî ev serketin serketina mezin a mirovahiyê ye."
ANF / BEHDÎNAN