BOTAN GERMİYANÎ / ROJNEWS / GERMIYAN
Xelkê Kakeyî û Şîî yên li herêma Germiyanê diyar kirin ku ew serketina QSD’ê weke serketina xwe dizanin. Wan wekî din got, civaka Kurd civakeke bi reng, çand û ol e, heger desthilata DAIŞ berfireh bûya, wê ev rengên cuda yên civakê tine bikira.
Şervanên YPG, QSD û YPJ’ê li Suriyeyê çeteyên DAIŞ’ê di aliyê eskerî ve tine kirin. Serketina şervanan ji aliyê hemû pêkhateyan ve bi kêfxweşî hate pêşwazîkirin, her wiha li germiyanê jî.
Welatiyê bi navê Araz Zorab ê Kakeyî, li ser têkçûna çeteyên DAIŞ’ê got; “Têkçûna DAIŞ’ê ji bo hemû mirovahiyê, bi taybet gelê Kurd, pêkhate, ol û mezhebên cuda kêfxweşiyeke mezin e. Ji ber ku gelek caran çeteyên DAIŞ’ê li ser Xirîstiyan û Şîiyan komkujî kirin. DAIŞ di warê eskerî de têk çû, lê divê di aliyê fikrê de jî ji nava civakê were paqijkirin.”
Araz di dewamê de got, ew weke Kakeyî serketina QSD’ê, weke serketina xwe dizanin: “Em weke Kakeyî di nava Tevgera Azadîxwaziyê a Apocitiyê de rengê xwe dibînin. Ji bo vê, tevlîbûna me ya nav refan û şehîdên me jî hene. Em serketina mezin a şervanan weke serketina xwe dizanin.”
Welatiyek din ê bi navê Adil Abdullah ê Şîî, li ser serketina şervanên QSD’ê got; “Ez malavahiya şervanan û pêşmergeyan dikim. Civaka Kurdan civakeke bi reng, çand û olê xwe berfireh e. Heger desthilata DAIŞ berfireh bûya, wê ev rengên cuda yên civakê tine bikirana. Lê gelê Kurd têkoşîn û berxwedaneke efsanewî li dijî vê zêhniyetê meşand. Me karî bi vê têkoşînê rengên cuda yên civakê biparêzin.
Em bi têkçûna DAIŞ’ê gelekî kêfxweş in û serketina şervanan weke serketina xwe dibînin. Bi taybetî piştî şikestina 16’ê Cotmeha 2017’an a refrandûmê, vê serketinê cesareteke mezin da me.”
Jina ciwan a bi navê Leyla Ehmed jî Kakeyî ye. Leyla hem behsa tehlûkeya çeteyên DAIŞ´ê kir û hem jî serketina QSD´ê; “Zêdetirî 12 gundên Kakeyiyan yên Kerkûkê û herêmên derdorê, bi jin, zarok û kalan ve ketin ber êrişên tund yên çeteyan. Li wan deran komkujî pêkhatin. Gelek cihên pîroz yên Kakeyiyan hatin hilweşandin.
Ev serketineke mezin e ji bo Kakayiyan. Di rastiyê de serketina şervanên YPG, YPJ û QSD’ê hêviyeke mezin e ji bo jiyana hevbeş a hemû pêkhateyên cuda. Herwiha ji bo rakirina metirsiya li ser jiyana me jî gelek girîng e. Niha hestê jiyaneke bê tirs tê kirin û ez vê serketinê li hemû pêkhateyan pîroz dikim.”