Romana nivîskarê Kurd Bextiyar Elî a bi navê “Diwahemîn Henarî Dunya” bi navê “Der letzte Granatapfel” li Elmanî hatibû wergerandin, di lîsteya Litpromê de pirtûka Bextiyar Elî di rêza yekemîn de cihê xwe girt. Litprom komeleyeke edebî ye ku ji bo şopandin û destetkkirina edeba ji Asya, Efrîka û Emerîka Latîn hatiye damezrandin.
Romana Bextiyar Elî îsal ‘Diwahemîn Henarî Dunya-Hinara Dawî ya Dinyayê’ ku ji aliyê Rawêj Selîm û Ute Cantera- Lan ve ji bo zimanê Elmanî hat wergerandin. Di 19’ê Gulana 2016’an de ji aliyê çapxaneya Unionsverlag a Swîsre ve jî hat çapkirin û belavkirin.
Gelek gotar di çapemeniyê Elmanî de li ser vê romanê derket û di gotaran de şîroveya “heta niha nivîskarekî wiha çawa nedîtî maye” dihat kirin.

Di rêza yekemîn de cihê xwe girt

Ev roman di nava xwendevanên bi Elmanî de bû xwedî cihekî taybet û serketineke edebî ya giştî ji bo nivîskarê romanê. Bextiyar Elî ku bi vê romana xwe helbest û danîna ristên helbestî bi awayê herî polîtîk hunandî, piştî du hefteyan roja çarşemê (19’ê Çiriya Pêşîn) wê li Frankfurtê be. Hîna beriya were, di lîsteya Litpromê de pirtûka Bextiyar Elî di rêza yekemîn de cihê xwe girt.

Nûkerekî girîng e

Bextiyar Elî ku di romana Kurdî de nûkerekî girîng e, hem di romanê de bi îmaj û ristên mecazî digihîje asteke xurt a helbestî û hem jî bi mijar û peyamên xwe heta mirov karibe bibêje bes jî siyasî dimîne. Bi van her du aliyên xwe jî Bextiyar Elî di romana Kurdî de ne tenê nûkereke, her wiha yek ji kêm kesên serketî ye jî.

‘Li cihekî ku Xwedê jî mirovan ji bîr dike’
Mijara vê romana wî Muzaferî Subdham e ku 21 salan zindanî bûye:
“Bîstûyek salan, min guh da xîzê. Zindana ez tê de li dawiya dinyayê bû. Hucreyeke piçûk di deryaya xîzê de, li hawîr dorê wê ezman û çol. Bîstûyek salan ez ji girtiyên herî bi tehlûke yê netewe dihatim hesibandin. Ji dinyayê qutkirî, li seryekî dûr ê welêt, li cihekî ku Xwedê jî mirovan ji bîr dike, li cihekî ku jiyan bi dawî dibe û mirin dest pê dike, li cihekî ku rengên gerstêerkeke bê zindî li ser in.”

Hûrgiliyên fantastîk û vegotineke zarxweş

Ev qehremanê romana Bextiyar Elî paşê li cem hevalê xwe yê berê yê herî baş Yakobî Snauber li starê digere û pê re jî vedigere Herêma Başûrê Kurdistanê. Di romanê de bûyerên dîrokî zêde cih nagirin û bi tenê weke aliyekî ne navendî yên paşxaneya bûyera romanê carinan behsa wan tê kirin.
Bi her halî Muzaferî di demeke kurt de ji nû ve biryara gera li kurê xwe Saryasî dide; ew kurê ku dema ew tê girtin bi tenê çend rojî bûye. Bi vê jî roman dikeve nav hûrgiliyên fantastîk diyar in ên vegotineke zarxweş. Yek ji van bûyer û fîgurên di nava rastî û xeyalê de diçin û tên jî Muhemedî Dilcamî ye ku timî di berîka wê de hinareke camî û mifteyên camî hene:
„Di destên wî de mifteyên wî hene, bi miftedankekê ve hatine kirin û di berîka wî de hinareke camî heye. Ew mifteyên xwe diavêje hewayê û wan ji nû ve digire. Mifteyên camî ku li vî kurî deriyên rastiyeke din vedikin.“

Derî li pey deriyî vedibe

Di romanê de derî li pey deriyî vedibe û di nava romanê de weke çîrokên Kelîle û Dimne vegotin di nava vegotinê de hene ku hemû jî berê xwe didin û diçin wê banga weke perengî sor û sincirî ya romanê ya bibîranîna mirovbûnê:
“Ma ne mirov weke ku bi yek bedenê tenê ve be, girêdayî ye? Ma navê me hemûyan ne ´Saryasî´ ye? Ma serpêhatiya Saryasiyan ne ya hemû mirovan e ku bêzar ketine ber bayên bahozên vê herêmê?” 

Bi van gotinên dawî yên li ser romanê ez bibêjim ku roman romaneke dij-şer e û hêja ye ji bo xwendevanên me yên Elmanîaxêv ku bixwînin, heke hûn bi Soranî dizanin bi Soranî yan na, li benda wergera wê ya Kurmancî bimînin û xwe bi vê romana Kurdî tamijî bikin.


Jînegeriya Bextiyar Elî

Bextiyar Elî (Muhemed) salê 1960’î li bajarê Başûrê Kurdistanê Silêmanî ji dayik bûye. Ji bill romannûsî û helbestvaniyê, ew her wiha rexnegirekî baş ê wêjeyî ye jî.

Bextiyar Elî piştî qedandina tevahiya dibistana beriya zanîngehê li Silêmanî û li Silêmanî dest bi xwendina jeolojiyê kir. Paşê li Hewlêrê li zanîngeha Selahedînê xwendina xwe dewam kir. Sala 1983’yan ew di dema xwepêşandaneke li dijî rejîma Baasê de birîndar bû. heman salê wî xwendina xwe di nîvî de hişt.


Bi helbestan dest bi nivîsê dike
Serpêhatiya wî ya nivîsê jî heman salê bi nivîsandina helbesta bi navê Niştiman dest pê kiriye. Bi her halî tevî ku wî dest bi nivîsê jî kir heta piştî raperînê wî nedikarî berhemên xwe çap bike. Sala 1992´yan wê pirtûka xwe ya yekem, a bi navê Gunah û Karneval (dîwana helbestan) weşand. Romana wî ya yekem jî sala 1997´an hat çapkirin bi navê Mergî Taqaney Duwem.
Her wiha Besam Mistefa 3 romanên Elî wergerandine Kurmancî û niha romana Hinara Dawî ya Dinyayê jî vediguhêze ser zaravaya Kurmancî.


LUQMAN GULDIVÊ
FRANKFURT