Romana Spîtma ku serê vê salê ji alî weşanxaneya Belkî ve hatibû çapkirin, di demeke kurt de çapa xwe ya duyemîn kir. Romana Renas Jiyan ji alî xwendavanên Kurdî ve bi eleqayek mezin hatibû xwendin. Spîtama yekem romana Rênas Jiyan e. Rênas Jiyan bi romana Spîtama,li ser ramanên Zerduşt ava dike.  


‘Ji bîr nekin ku agir her hesinî ditewîne’

Beşek ji romanê wiha ye:“Şervanên agiran! Agirên min! Ez dibînin artêşa dijmin a li hemberî me dest mişt hesin û dil qewî hesin e, lê ji bîr nekin ku ew hesin bin hûn jî agir in û tu hesin li ber tu agirî nikare xwe bigire û bi ser bikeve; ji bîr nekin ku agir her hesinî ditewîne, agir her hesinî dihelîne! Agirên min, ev cenga hesin û agiran e! Hesin her çi bibirre jî tu carî nikare tu tiştî bi agiran bike, hesinek nikare tu carî agirekî jê bike; agir jê nabe, lê têr têr hesinan têk dibe û ditewîne, ji bîr nekin di cenga hesin û agiran de agir her tim serfiraz in.” 


 AMED