Barack Obama weke serok cara dawî li Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) axivî. Obama li wir got ku li Sûriyeyê serketineke leşkerî ya nihaî ne mimkun e û wiha peyivî: “Divê em di riya zehmet a dîplomasiyê de bimeşin.”
Barack Obama rêveberiya Rûsyayê jî rexne kir û anî ziman, ku Rûsya ‘bi bikaranîna hêzê re dixwaze rûmeta xwe ya winda kiriye, ji nû ve bi dest bixe.’
Obama xwest, penaberên ji herêmên şer direvin, hê bêhtir alîkarî were dayîn.
Obama her wiha bang li Îsraîl û Fîlîstînê jî kir û destnîşan kir, ku girîng e Îsraîl dest ji polîtîkayên xwe yên dagirkeriyê berde û Fîlîstînî jî êdî rewabûna Îsraîlê nas bikin.
NEW YORK