Bêkes li bajarê Silêmaniyê li ser gora xwe ya li Parka Azadî bi beşdarbûna hemwelatiyan hat bîranîn. Di merasimê de axaftin hatin kirin. Komîteya amadekar a merasîmê bixêrhatina mêhvanan, dost û heyranên Şêrko Bêkes kir. Di axaftinan de hat gotin ku Şêrko ji roja destpêkê heta koça xwe ya dawî êşên Kurdan li ser milê xwe hilgirtine.
Di merasimê de ji bo Şêrko Bêkes hat gotin ku êş û azarên Kurdan li ku bûye, ew jî li wir bûye û wiha hat gotin: “Çawa îro Qendîl û şervan bûne sembola Kurdan, misoger îro jî Şêrko dibû sembola azadiyê.”
Hunermendê peyvê Bêkes
Şêrko Bêkes sala 1940’î li bajarê Silêmaniyê hat dinê. Bavê wî Faîq Bêkes yek ji helbestvanê navdar ê dema xwe bûye. Di navbera salên 1965-1987an de pêşmerge bû û di heman demê de jî li radyoya bi navê Dengê Şoreşê xebitî. Di serê sala 1970î de di nava tevgera "Ruwange" de cîh digire. Sala 1986´an penaberî Îtalya û Swêdê dibe. Li Swêdê bû endamê Komeleya Nivîskarên Swêdê û PENa Swêdî.
Di 1991/1992an de li yekem kabîneya hikûmeta Herêma Kurdistanê dibe wekîlê rewşenbîriyê, lê ji ber nedemokratîkbûna parlamenê îstifa kir û vegeriya Swêdê. Sala 1998´an li Silêmaniyê ligel komeke nivîskar û rewşenbîran Dezgehê çap û pexşê Serdem saz dike û Bêkes dibe serokê dezgeh.
Gelek berhemên Bêkes hateine wergerandin bo zimanê Fransî, Îtalî, Swêdî, Erebî û Farsî. Herwiha helbestên wî bi zaravayê kurmancî jî hatine vergerandin. Bêkes wesiyet kiribû ku wî li parka Azadî ya Silêmaniyê veşêrin da ku helbestvan, nivîskar û keç û kurên evîndar bibin mêhvanê wî.
GORAN PENCEWÎNÎ/ROJNEWS / SILÊMANÎ