YXK’ê da xuyakirin ku têkoşîna şoreşa Kurdistanê di asta Ronesansa Kurd de ye û destnîşan kir ku ji nû ve vejîn herî zêde xwe di çand, huner û qadên din ên sosyalîteyê de dide xuyakirin. Bi munasebeta 100’emîn salvegera Qirkirina Ermeniyan YXK’ê pêşbirka îsal diyarî gelê ermenî, şoreşgerên li Rojava û Şengalê jiyana xwe ji dest dan, asûriyan û hemû gel û çandên li Mezopotamyayê yên rastî qirkirinê hatin, kir.  YXK’ê da zanîn ku par 485 berhem tevli pêşbirkê bûne û îsal di beşa wêjeyê de wê ji berhemên ermenî re jî cih were veqetandin.


Mercên beşdariyê 

23’yemîn Pêşbirka Çîrok û Helbestan a Huseyîn Çelebî, mîna her sal îsal jî ji du beşan pêk tê. Beşa yekemîn; ji 15’ê gulanê heta 31’ê tebaxê qebûlkirina berheman e. Di vê demê de wê berhem wê di çarçoveya şertên li jêrê hatine diyarkirin de ji navnîşan û e-maîlên hatine destnîşankirin re bên şandin. Ev berhem dê ji aliyê jûriyan ve bi awayekî cuda cuda werin nirxandin. 

Beşa duyemîn jî; çalakiya fînalê ye. Di 17’ê cotmeha 2015’an de dê li Dortmunda Almanyayê bi merasîmekê berhemên ketine dereceyê bi raya giştî re werin parvekirin. 

Beşdar, di beşa helbestan de bi du berheman, di beşa çîrokan de jî dikarin bi berhemekê tevlî bibin. Beşdar divê li gel berhemên xwe nivîsek li ser kurte jiyana xwe heta 31’ê tebaxa 2015’an bişînin navnîşana hatiye dayîn. Beşdarên derfeta wan nîne, dê karibin berhemên xwe bi rêya e-maîlê bişînin.   

Kesên ku dixwazin tevli pêşbirkê bibin dikarin berhemên xwe bi riya e-maîl an jî postê rê bikin van navnîşanan: Edebiyatetkinligi Postfach 10 03 1044003 Dortmund Almanya. Email: huseyin-celebi@yxkonline.de Ji bo pirs û agahiyên berfireh e-maîlên xwe rê bikin: info@yxkonline.de 


 DORTMUND