Hevgerînendeyê Şanoya Bajar Ruknettîn Gun têkildarî pêşbaziyê û rewşa serlêdanan destnîşan kir ku bereya juriya îsal a pêşbaziyê ji salên borî berfirehtir e, hem ji Bakur hem jî ji başûr, rojava û rojhilatê Kurdistanê jî juriyên pêşbaziyê hene.
Gun li ser xebatên ku tên anî ziman ku ji çar parçeyên Kurdistanê nivîskar dikare bi berhemên xwe beşdarî vê pêşbaziyê bibin. Gun ev tişt li gotinên xwe zêde kir: “Ji çar parçeyên Kurdistanê jûriyên me hene. Hemû berhemên ku bên destên hevalên jûrî dê ji her parçeyekî 3 berhemên herî baş werin bijartin. Bi giştî 12 berhemên ku dê ji çar parçeyên Kurdistanê werin bijartinê dê derkeve ser dikê.”
Dê bibin pirtûk
Encama nirxandina lijneyê dê di hefteya yekemîn a meha gulanê de bên diyarkirin. Encamên pêşbaziyê dê heman demê li ser malpera Şanoya Bajar jî bên daxuyandin. Gun li ser berhemên ku bên hilbijartin jî got ku dê bikin pirtûk û ev agahî dan: “Lîstikên ku xelat wergirin dê ji hêla repertûara Şanoya Bajar ve bê nirxandin û dê di nav weşanên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê de wekî pirtûk bên çapkirin.”
Gun der barê berhemên ku gihîştine ber destên wan jî ev agahî parve kir: “Heta niha tenê ji Bakur 6 berhem gihîştine ber destên me. Lê hêj dem heye. Piranî nivîskar berhemên xwe dihêlin rojên dawî. Ji ber ku dixwazin berhemên xwe bê kêmasî bişînin, bi caran dixwînin, didin xwendin û piştre dişînin.” Gund bi lêv kir kul i gorî şert û mercan û li gorî qeweta xwe ew ê hewl bidin ku berhemên serkeftî wekî lîstik amade bikin û derxin ser dikê. Gun got ku ew pê bawer in ku ew ê îsal serlêdan ji salên borî zêdetir bin.
Şertên beşdariyê
Ji bo beşdariyê jî hin şertên wiha hene; 1.) Serlêder di hilbijartina mijarê de serbest in. Dibe ku lîstik ji roman, çîrok, helbest, bîrewerî û hwd. bo şanoyê hatibin lêanîn. 2.) Nivîskarên listikê divê herî kêm 30 hezar karakter bin û bi kompîtorê hatibin nivîsandin. 3.) Lîstikên ku tev li pêşbaziyê dibin, divê heta dawiya serîlêdanê li tu derê nehatibin weşandin û li tu şanoyekê nehatibin lîstin. 4.) Her nivîskar herî zêde dikare bi lîstikekê beşdarî pêşbaziyê bibe. 5.) Divê beşdar du zerfên cuda ku yek ji bo nivîsara lîstikê û li ser zarfan nasnav/mexlas hebe; divê bi tu awayî navê rastîn li ser zerfan û li ser nivîsara lîstikê tune be.
Jûriya îsal; Dr. Ghotbedîn Sadeghî, Gazî Bamernî, Şaliko Bêkes, Leyla Batgî, Kawa Şêxê ne.
Lîstik divê herî dereng heta êvara 25’ê Adara 2016’an, li ser kaxiz an jî bi formatekî dîjîtal (wekî CD) bi destan bên radestkirin, an jî bi postayê bên şandin. Navnîşana ji bo başdariyê jî wiha ye; Elazig Cad. Diyarbakir Buyukşehîr Belediyesî Şehîr Tiyatrosu Yenîşehîr/ DIYARBAKIR
AMED