Serlêdanên ji bo 3’yemîn Pêşbirka Çîrok û Helbestan a Şehîd Denîz Firat dewam dikin. 

Heçî bixwaze tevlî pêşbirkê bibe dikare heta 25’ê Hezîranê berhemên xwe bigihîne navşînana e-mailê.  

Pêşbirka ku ji aliyê Yekitiya Xwendekarên Azad (YXA) ve tê organîzekirin, îsal ji bo bîranîna xwişk û birayên şehîd Sarîna û Zîndan tê lidarxistin. Serlêdanên ji bo pêşbirkê ku di 22’yê Nîsana 2017’an de dest pê kir, wê heta 25’ê Hezîranê dewam bikin. Merasîma xelatdayînê jî dê di 8’ê Tebaxa 2017’an de li Wargeha Penaberan a Rûstem Cudî (Mexmûr) pêk were. Komîteya amadekar a pêşbirkê bi daxuyaniyekê, careke din şert û mercên tevlêbûnê bi bîr xistin.

Şertên tevlîbûnê

Li gorî daxuyaniyê berhemên werin şandin, divê bi Kurdî (zaravayên Kurmancî, Kirmackî, Soranî), Erebî an Tirkî bin. Divê berhem li tu cihî nehatibin weşandin. Beşdar dikarin di beşa helbestan de herî zêde bi 2 helbestan û di beşa çîrokan de jî herî zêde bi çîrokekê beşdar bibin. Beşdar divê berhemên xwe tevî kurtejiyana xwe herî dereng heta 25’ê Hezîrana 2017’an bi rêya e-mailê bişînin.

Navnîşanên e-mailê jî wiha ne: yekitiyaxwendevanenazad@hotmail.com yekitiyaxwendevanenazad@gmail.com www.facebook.com/denizfirat2015 


 NAVENDA NÛÇEYAN