Siyaseta Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) ê ya li dijî Rojavayê Kurdistanê û herî dawî jî kolandina xendekan a li pêş sinorê Rojava bênavber dibe sedema bertekên tund ên Kurdan. Kurdên li her deverên cîhanê dijîn bi mebesta şermezarkirina vê siyaseta dij-Kurd bi awayên cûr bi cûr di nav lebatê de ne. Herwisa li paytexta Almanya Berlînê jî komek rewşenbîr û kesayetên dilsoz yên doza Kurdistanê bi serkêşiya MGRK-Nûnertiya Berlînê û Navenda Kurdî Li Berlînê bi navê Kombûna  Şêwrê civînekê lidarxistin. Di cîvînê de xendek jî tê de bi giştî siyaseta PDK ê ya li dijî Rojavayê Kurdistanê hate rexnekirin û şermezarkirin. Di encama civînê de biryara weşandina belavokeke hişyariyê hate wergirtin.

Di civînê de kesayetên wekî Dîroknas û helbestvan Dr. Gundî Dilberz, Serokê Komeleya Kurdên Rojava Bavê Kawa, Serokê Cemeata Kurd a li Berlînê Îsmaîl Parmaksiz, ji Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) ê Felemez Başboga, rojnamevan Feyat Osman, Şêrwan Ebdulmecîd, Siyabend Harkî, Weysî Çiyayî û Îbrahîm Okutucu beşdar bûn. Civîn roja berê li Navenda Zentruma Kurdî ya li Skalitzer Str ê hate lidarxistin û duh jî belavoka navborî ji raya giştî re hate aşkerekirin.


'Dijminên Kurdan sûdê werdigirin'

Beşdarên civînê bi gîştî li ser siyaseta PDK ê ya ku di dîrokê de û di dema îro de jî dibe sedemê dijberî û rikberiya Kurdan hate sekinîn û ev şêwe bi tundî hate rexnekirin. Beşdaran bi gelemperî destnîşan kirin ku ev tevger tenê dikare bi kêrî dijminên Kurd û Kurdistanê bê û PDK bi xwe jî nikare ji vê siyasetê sûdê werbigire. Di nameya kombûna şêwrê ya ku ji raya giştî re hate aşkerekirin de bi gelemperî ev xal hatine destnîşankirin: Em Kurdên Berlînê, beşdarên Kombûna Şêwrê li gor vexwendina MGRK-Nûnertîya Berlînê û Navenda Kurdî li Berlînê hatin ba hev û li ser gelek pirs û pirsgirêkên tevgera Kurdî rawestîyan heriha bi taybetî me ev xalên jêrîn girîng dîtin. Neteweya Kurd tu cara perçekirina welatê xwe qebûl nekirîye û her demê li dijî vê perçekirinê xebatkirîye. Hemû şoreş û tevgerên Kurdî berdewamîya hev in û hevdu temam dikin û bandorên xwe didin tevahiya Kurdistanê, lewra pêwist e di her warî da beşên Kurdistanê ji hev re alîkar û piştgir bin. Ev erkekî netewî ye û xwestekeke her Kurdistanîyekî dilsoze. Di van demên gelek hestîyar de ku Rojavayê Kurdistanê ji hemû alîyan ve hatiye dorpêçkirin, neyarên azadîya gelê Kurd êrişên tunekirinê tînin ser Rojavayê Kurdistanê, nemaze dewleta tirk, El-Qaîde û hevalbendên wê;  gelê me li Rojavayê Kurdistanê bo parastina hebûna xwe seferberîya giştî ragihandiye û baştirîn law û keçên xwe dike cangoriyên Kurd û Kurdistanê. Di vê rewşa mayîn û nemanê da Hukûmeta Başurê Kurdistanê bi serkêşîya Partî Demokratî Kurdistanî – Îraq ew jî beşdarî dorpêçkirina Rojava dibe û xendekeke kûr û dirêj di nav Başur û Rojavayê Kurdistanê da dikole, da ku Rojava birçî bikin û vîna gelê me li wir bişkînin. Em vê xendekê bi tu şêweyî qebûl nakin û bi tundî şermezar dikin. Em ji berpisiyarên vê xendekê dixwazin kolandinê rawestînin û bi zûtirîn dem wê bixetmînin.

 

Banga xwedîderketina Rojava

Di belavokê de tevgera gelê Kurd ya li dijî vê xendekê tê silavkirin û banga dijderketineke xurtir li tevahiya gelê Kurd tê kirin: "Pêwîstîya gelê Kurd bi yekbûnê heye ne bi cudakirin û perçekirinê. Em bi serbilindî li berxwedan û têkoşîna gelê xwe li seranserê Kurdistanê li dijî van xendeka

şermê temaşe pîroz dikin. Bi taybetî em çalakîyên gelê xwe li Silêmanî, Hewlêr, Duhok û tevaya Başurê Kurdistanê silavdikin û hêvîdikin, ev çalakîyên netewî û giranbiha hên bi hêztir berdewam bin. Ew xurtbûa giyanê netewî Kurdî nîşan didin. Em ji netewa Kurd bi giştî; di serî de ji tevgera sîyasî û rewşenbîran dixwazin, di piştgirîya şoreşa Rojavayê Kurdistanê da qels nebin. Serkeftina Rojava dibe hêzeke mezin bo hemû Kurdistanê û bi nimûneya xwe ya demokrat dibe modeleke civakî-sîyasî bo Rojhilata Navîn bi giştî."

Belavoka Kombûna Şêwrê bi banga xwedîderketina li li Rojavayê Kurdistanê bi dawî dibe: "Di dawî da li beramberî vê bûyerê xemgîn "kolandina xendeka şermê" em bang li hemû hêzên Kurdistanî yên sereke û xwedî bandor dikin, bi hev re têkevin nav danûstandinan, ji bo dîtina çareserîyên biratî û aştîyane ji hemû pirsgirekan re. Kurd yek netew e, Kurdistan jî yek e û nayê perçekirin.  Bijî yekîtiya netewa Kurd!"


YEKO ARDIL/BERLIN