Di meşa ji Parka Leyla Qasim destpê kirî de Tevgera Jinên Azad a Kurdistanê (REJAK) û Ciwanên Welatparêz jî cihê xwe tê de girt.
Piştî meşê, li ser navê Tevgera Azadî, REJAK û Ciwanên Welatparêz endamê Meclîsa Qada Germiyanê ya Tevgera Azadî, Dîyar Hekîm daxuyaniyek da.
Dîyar Hekîm got, heta îro Kurd bi dehan caran di qetlîaman re derbas bûne û weha dewam kir: “Îro jî siyaseta bi israr a qetilkirin û parçekirina Kurdan didome. Û mixabin, hin partiyên li ser navê Kurdan ti destketiyan naafirînin, îro li beranberî van zilmên li ser Kurdan, li pêş Kongreya Neteweyî asteng in. Ev partiyên han ji milekî ve hewl didin yekîtiya neteweyî asteng bikin, ji milê din ve jî behsa referandûman dikin.”
‘Armanc tesfiyekirina şoreşa Rojava ye’
Dîyar Hekîm da zanîn ku armanca hewildanên weke girtina Deriyê Sêmalkayê, têkbirina destketiyên şoreşa Rojava ye.
Hekîm bal kişand ser berdêlên ku li Rojava hatine dayin û got: “Destketiyên ku gelê me bi hezaran berdêlan bi dest xistiye xwedî girîngiyeke dîrokî ne. Di vê oxirê de bi hezaran şehîd hatin dayîn.”
Hekîm destnîşan kir ku êrişên dewleta Tirk û DAIŞ’ê li hemberî Rojava didomin û got: “PDK jî bi heman siyasetê nêzî Rojava dibe. Bi destê ENKS´ê hewl dide ji hundir şoreşa Rojava parçe bike ji aliyê din jî bi girtina deriyê Sêmalka armanca wê tesfiyekirina şoreşa Rojava ye.”
Çapemeniya PDK û AKP’ê yek e
Dîyar Hekîm, çapemeniya girêdayî PDK’ê rexne kir û bal kişand ser hevşibîna bi medyaya şerê taybet a AKP’ê û got, “Çapemeniya PDK’ê jî bi armanca tesfiyekirina yekîtiya neteweyî ya Kurdan şerê taybet dimeşîne.”
ROJNEWS/GERMIYAN