Gelek caran Rêber Apo ji heval Helmet re digot, ‘Tu dikarî pêşengtiyeke bihêz bikî, weke ciwanekî dikarî barekî girîng yê vê têkoşînê bixî ser milê xwe.

 

BERHEM LATÎF / SILÊMANÎ/ROJNEWS

Hevseroka PÇDK’ê ya berê Necîbe Umer behsa kesayetiya şehîd Diyar Xerîb û gotinên Ocalan ji bo wî kiribû kir. Necîbe got, Ocalan ji Xerîb re gotibû; “Tu yek ji wan ciwananî ku cewherê te paqij maye û dikarî vî cewherî bikî hêz û erkê rêbertiyê hilgirî ser xwe.”

Di 5’ê Tîrmehê de endamê Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Diyar Xerîb di êrîşek hewayî ya Artêşa Tirk a dagirker de şehîd bû. Hevseroka berê ya Partiya Çareseriya Demokrata Kurdistan (PÇDK) Necîbe Umer behsa kesayetiya Diyar Xerîb kir.

Necîbe Umer 23 sal in şehîd Diyar Xerîb dinase. Necîbe û şehîd Xerîb du salan bi hev re hevserokatiya Partiya Çareseriya Demokrata Kurdistanê (PÇDK)’ê jî kirine. Necîbe behsa destpêkê dema ku Diyar Xerîb dinase dike û dibêje; “Heval Helmet wê demê pêşengtiya rêxistina xwendevanan û yekitiya xwendevanên welatparêzên Kurdistanê dikir. Raste di temenek ciwan de bû, lê xwedî taybetmendiyek şoreşger û rêbertî bû. Xwe di hemû pirsgirêkên civakê de berpirsyar didît. Di aliyê sosyoloji de her tim dixwest çareyek ji bo pirsgirêkan bibine. Dema ku pêngavek ji bo karekî diavêt, gelekî bi bawerî bû. Baweriya wî gelek bi fikir û têkoşîna ku di nav de hebû û baweriya xwe bi fikrê xwe jî tanî.

Necîbe di dewama axaftina xwe de got; “Heval Helmet xwedî taybetmendiyek mamamostayî bû, fêrker bû, dixwest her kesê derdora xwe fêr bike. Di fêrkirina mirovan de ti carî bêzar ne dibû. Bi xwe jî digot ‘Têkoşîna demokratîk pêwîstî bi têkoşînek demdirêj heye.’ Ji ber ku digot ku demokrasi gelek dem dirêj çêdibe. Lê gelek bi direngî jî tê hilweşandin.”

Necîbe behsa bandora nêrînên Rêber Ocalan ya li ser şehîd Diyar Xerîb kir û got; “Hêviyek gelek mezin di şexsê heval Helmet de çêkiribû. Gelek caran Rêber Apo ji heval Helmet re digot, ‘Tu dikarî pêşengtiyeke bihêz bikî, weke ciwanekî dikarî barekî girîng yê vê têkoşînê bixî ser milê xwe. Tu yek ji wan ciwanan î ku cewherê te paqij maye û dikarî vî cewherê pak, bikî bihêz da ku erkê rêbertî û pêşengtiyê bixî ser milê xwe.’

Diyar Xerîb ne yekem pêşengê gelê Kurd e ku bi komployê şehîd dibe. Di sala 1996’an de bi destê Partiya Demokrata Kurdistan (PDK) Kawa Elî Salih yê weke dixtor Sîrwan dihat naskirin, dema ku amadekarî ji bo damezrandina Yekitiya Netewî a demokratîka Kurdistanê dikir, li Çemê Rezan a Silêmaniyê hat şehîd xistin.”