Ji 5’ê Sibatê ve dihat payîn ku civîna Parlamena Herêma Kurdistanê di 18’ê Sibatê ve were lidarxistin. Piştî guftûgo û aloziyan, civîn doh pêk hat. Lê fraksiyona Yekitiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK) tevlî civînê nebû. Hizba Şuyî (Komunîst) ya Kurdistanê û Yekgirtuya Îslamiya Kurdistanê tevî ku beşdarî civîna parlemenê bûn jî, lê dengê xwe ji bo Desteya Serokatiya Parlemenê neda. Komeley Îslamî Kurdistan jî beşdarî civînê bû, lê deng ji bo Desteya Serokatiya Parlemenê neda.
Di civîna parlamena Herêma Kurdistanê de Vala Ferîd bi 64 dengan bû Seroka Parlemena Herêma Kurdistanê. Hêmin Hewramî bi 68 dengan bû Cîgirê Serokê Parlemenê. Ji Partiya Reform a Tirkmenan Muna Qehwecî jî bû Cîgira Duwem a Serokê Parlemenê.
Serokatiyê ji YNK´ê re bihêlin
Piştî hilbijartinan Partiya Demokrata Kurdistan (PDK) diyar kir ku wan bi awayê demkî namzet ji bo serokatiya parlamenê diyar kirine. Ji ber ku hatiye yekalîkirin ku Serokatiya Parlamenê para YNK’ê ye. Ew ê piştre vê wezîfa Serokatiya Parlamenê ji YNK’ê re bihêlin.
ROJNEWS/HEWLER