Li Yemenê doh şerê navxweyî kete qonaxeke nû. Hêzên Hûsiyan, Serokê berê yê Yemenê, Elî Ebdullah Salih li paytext Senayê kuşt. 

Li paytexta Yemenê Senaayê 3 rojan şerrekî dijwar rûda di navbera çekdarên Hûsî û alîgirên Serokomarê berê Elî Ebdullah Salih de.

Çekdarên Husî doh mala Elî Ebdullah Salih teqandin û Elî Ebdullah Salih jî di malê de hat kuştin. Wêneyên ku ji aliyê Hûsiyan ve hatine weşandin, cendekê Serokkomarê berê Elî Ebdullah Salih nîşan didin.

Dema nûçeya me dihat amadekirin, hêzên girêdayî Elî Ebdullah Salih li başûrê Senayê belav bûbûn, û Hûsî ji aliyê bakur ve ber bi navenda bajêr ve diçûn. 


SENAA