Piştî ku Serokê Tevgera Nifşê Nû (Neweyê Niwê) Şaswar Ebdulwahîd eşkere kir ku ew ê biçe dadgehê, dadwer biryara destgîrkirina wî da.

Dadgeha Lêkolînê ya Asayîşa Giştî ya Silêmaniyê pêr biryara girtina Serokê Tevgera Nifşê Nû Şaswar Ebdulwahîdî bi gunehbariya, ‘ Xirab bikaranîna amûrên peywendiyan’ dabû. Li ser biryarê, doh Şaswar Ebdulwahîd eşkere kir ku ew diçe dadgehê. Piştî vê daxuyaniya wê, dadwer biryara destgîrkirina wî ji bo demeke nediyar da.

Piştî biryara girtina Serokê Tevgera Nifşê Nû Şaswar Ebdulwahîd, Parlamenterê Tevgera Nifşê Nû yê Herêma Kurdistanê Kawe Ebdulqadir di civîna çapemeniyê de eşkere kir ku Şaswar Ebdulwahîd bi madeya 2 ya xirab bikaranîna telefonê tê dadgehkirin. Kawe got, pêwîst bû bi kefalet bihata berdan û got; “Lê dadwer biryara girtina wî da û dem jî nediyar e.”

 

ROJNEWS / SILÊMANÎ