Serokê Nifşê Nû, Şasiwar Ebdulwehîd li ser daxwaza Dadgeha Silêmaniyê ji aliyê hêzên ewlekariya Silêmaniyê ve hate girtin.

Beriya ku Ebdulwehîd were destgîrkirin ji ragihandinê re axivîbû û gotibû, “Ji ber rêzê li qanûnê digirim, hatime vir û ti gumaneke min ji min nîne ku bitirsim û me qanûn jî binpê nekirine. Hîna ji destpêkê ve jî me dizanî ku di vê rêyê de êşkence û heta kuştin jî heye.”

Şasiwar Ebdulwehîd li gorî qanûna ceza ya Iraqê ya benda 229’an hatiye girtin. Naveroka vê bendê wiha ye, “Herkesek heqaret li karmendekî yan jî her kesek berpirsek, yan jî dezgeheke fermî, tê ceza kirin.”

 

 ROJNEWS /SILÊMANÎ