Di dengdayîna îro ya li Parlamenta Bexdayê de pênc namzetan li ber xwe dan. Ji nava van namzetan Fûad Masûm û Hanan Fetlawî dengê herî zêde bi dest xistin û derbasî tûra duyemîn bûn. Masûm desteka 175 wekîlan stend, Fetlawî jî 37 deng bi dest xist. Berî tûra duyemîn destpê bike Fetlawî da xuyakirin ku ew xwe vedikişîne. Piştî ku namzetê sêyemîn û pêncemîn jî xwe vekişandin, tûra duyemîn di navbera Masûm û Hasan Mûsawî de pêk hat. Masûm 211 deng bi dest xist û bû Serokomarê nû. Masûm piştî lîderê YNK'ê Celal Talabanî bû duyemîn Serokomarê Kurd ê Iraqê.
Kurdan roja Çarşemê li ser namzetê xwe li hev kiribûn. Ji bo Berhem Salih û Fûad Masûm ên YNK'ê weke namzet nîşan dan, parlamenterên fraksiyona Kurd a li Parlamenta Iraqê li Bexdayê hatibû cem hev. Di civîna bi beşdariya 55 parlamenteran de Fûad Masûm 30 deng, Berhem Salih jî 23 deng wergirtibû, du parlamenter jî bê alî mabûn.
Serokwezîrê destpêkê bû
Fûad Masûm ê di sala 1938'an de hat dinyayê, di sala 1973'an de li Qahîreyê bûbû nûnerê Barzanî û Şoreşa Kurdistanê. Masûm di sala 1992'an de bû Serokwezîrê destpêkê yê Herêma Kurdistanê û piştî hilweşîna rejîma Saddam a sala 2003'an bi dagirkeriya Amerîka re, di sala 2004'an de wezîfeya serokê destpêkê yê Parlamenta Demî ya Iraqê kir. Masûm ji sala 2005'an û vir ve ji bo parlamenta Iraqê weke parlamenter tê hilbijartin. Masûm ê bavê 5 keçan, yek ji kesên ku lîderê YNK'ê Celal Talabanî jê piştrast e. Eger Masûm bê hilbijartin wê bibe duyemîn Serokomarê Iraqê yê Kurd.
Piştî ku Talabanî ji paytexta Elmanya Berlînê li dû tedawiya 18 mehan di 19'ê Tîrmehê de vegeriya Herêma Kurdistanê, lez ji pêvajoya diayrkirina namzetê Kurdan ê Serokomar hatibû dayîn.
Li gorî pîvana nenivîskî divê qoltixa Serokomariyê ji Kurdan re bê dayîn. Serokatiya Parlamentê ji Erebên Sunnî û wezîfeya Serokwezaretiyê jî ji Şîa re tê dayîn. Her çend di Destûra Bingehîn de peymaneke bi vî rengî cih negirtibe jî, partiyên bingehîn ên Kurd, Şîa û Sunnî piştgiriyê didin vê pîvanê.
Li gorî Destûra Bingehîn a Iraqê piştî ku Serokê Parlamentê hat hilbijartin divê di nava 30 rojan de Serokomarê nû were hilbijartin. Du hefte piştî hilbijartina Serokomar, divê Serokwezîr bi avakirina hikûmeta nû wezîfedar bike.
Demeke zahmet û bialoz
Li pêş Serokomar demeke bi zehmet heye. Ji 9'ê Hezîranê û vir ve Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê (DAIŞ) herêmeke berfireh a Sunniyan xistiye bin kontrola xwe. Mûsil jî di nav de herêma Nînova, qadeke berfireh a herêmên Selahaddîn, Diyala û Anbar di bin kontrola DAIŞ'ê de ne. Li gel vê yekê di anvbera Kurdan û hikûmeta Bexdayê de kêm maye têkilî qut bibe. Kurdan careke din petrola xwe ji ser Enqereyê pêşkêşî bazarê kirin.
Her wiha referandûma serxwebûnê bi xurtî ketiye rojeva Başûrê Kurdistanê. Kerkûk û herêmên din ên bi nîqaş di bin kontrola Kurdan de ne. Ev hemû ji aliyê pêşeroja Iraqê ve pirsên krîtîk in.
Nediyariyeke din a bingehîn jî der heqê Serokwezîrê Iraqê yê Şîa Nûrî El Malîkî de ye. Ji belavbûna DAIŞ'ê bi awayekî hêsanî li Iraqê, polîtîkayên yekperestî yên Malîkî berpirsyar tên dîtin. Kurd jî Malîkî naxwazin.
BEXDA