Serokwezîrê Iraqê Adil Ebudlmehdî piştî xwepêşandanên bi qasî du meh in dewam dike neçar ma ku îstifa bike. Li Qada Tehrîr a Bexdayê xwepêşandanên kêfxweşiyê pêk hatin.

Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî piştî rojeke tije xwîn îstifaya xwe pêşkêş kir. Piştî îstifaya Ebdulmehdî xwepêşanderên ku bi qasî du meh in li Qada Tehrîr a dagirkiribûn xwepêşandanên kêfxweşiyê destpê kirin.

Di 1’yê Mijdara 2019’an de li Bexda û gelek bajarên din ên Iraqê li dijî gendelî, bêkarî û tunebûna xizmetguzariyê xwepêşandan hatibûn destpêkirin. Di van xwepêşandanan de heta niha nêzî 400 kesan jiyana xwe ji dest daye û bi hezaran jî birîndar bûn. Her wiha gelek ziyana madî derketiye holê.

Li ser xwepêşandanan pêr Serokê Koalîsyona Saîrun Muqteda El-Sedir daxuyaniyek dabû û bang li hikûmetê kiribû ku îstîfa bike.

Pêncşema xwînrij îstîfa serokwezîr anî

Pêncşem jî yek ji roja dijwar a Iraqê bû. Li başûrê Iraqê nêzî 45 kesî jiyana xwe ji dest da. Xwepêşandanên li Bexda û bajarên Necef, Kerbela, Basra, Zîkkar, Mûssena, Mîssan, Nasiriye û Dîvaniye yên Şîa du meh in didomin.

Li bajarê Nasiriyê yê eyaleta Zîkarê ku pêncşemê herî kêm 32 kes hatin kuştin, generalê li bajêr wezîfedar Celîl eş-Şammarî ji wezîfeyê hate dûrxistin. Waliyê Zîkkarê Adil Dûheylî jî bi daxuyaniyekê ragihand ku wî ji wezîfeya xwe îstifa kiriye. Dûheylî ji bo sedema îstifaya xwe jî got, “Waliyekî ku nikare gelê bajêr biparêze divê ji wezîfeyê îstifa bike. Fermana bikaranîna tundiyê li dijî xwepêşandêran ji aliyê me ve nehate dayin.”

 

BEXDA