
Tu çi digirî biskreşa min
Kazim Aydin (Cem) yek ji milîtanên destpêkê yên PKK’ê yê li Dersimê bû. Li Stenbolê ji dayik bû. Li Komeleya Çandê ya Hîndekariya Navîn a Stenbolê dest bi şoreşgeriyê kir. Li vê derê şoreşgerên Kurdistanê ango koma destpêkê ya ku wê paşê PKK damezranda, nas kir. Di dawiya sala 1978’an de çû Dersimê û tevlî nav refên Tevgera Apoyî bû. Kazim Aydin tevlîbûneke welê kir ku her kes pê matmayî ma. Banke şêland, pere anîn û teslîmî Apoyiyan kirin. Apoyiyê destpêkê ye ku tevlîbûna xwe ya li nava PKK’ê bi rêya çalakiyekê kir.
Cihê wezîfeya destpêkê ya Kazim Aydin Çewlîg e. Di têkoşîna dijî faşîzmê de pêşengiyê bi awayekî bê eman dike. Piştî Çewlîgê, tevlî karên eskerî û rêxistinî yên li Dersimê bû. Li Dersimê li dijî hêzên sosyal şoven, têkoşîneke xurt a îdeolojîk meşand. Di hemû çalakiyên li dijî esker, polîs û faşîstan de cih girt.
Sala 1980’yî hat girtin û bi zorê ew şandin eskeriyê. Li eskeriyê dema dibihîze ku der heqê wî de biryara girtinê hatiye derxistin, vê carê tevî çeka xwe direve. Vedigere Dersimê. Li Erzînganê û navçeyên Dersimê cihê xwe di nava yekîneyên çekdarî de digire. Mijdara 1981’ê li gundê Kurmeş ê navçeya Pîlemûriyê di şer de bi birîndarî dîl kete destê hêzên dewleta Tirk.
Kazim, Metîn Mûrat û hevrêyên din li Kurmeşê, dema li malekê xwarin dixwarin, tevî xwediyê malê û keça wî ya ciwan, di serdegirtinekê de bi xwînxwarî hatin kuştin. Ev gundê ku niha hatiye valakirin, wextekî cihê ku gerîla xwe lê vedişart bû. Kazim Aydin kurê ozanê gel ê efsanewî, Aşik Daîmî bû. Ozanê Elewî yê Kurd ê navdar, piştî kuştina kurê xwe, ji hevsera xwe Gulsum a ku timî digiriya strana ‘Ne Aglarsin benim Zulfu Siyahım’ (Tu çima digirî biskreşa min) amade kir. Ji wê rojê ve strana ‘Tu çima digirî biskreşa min’ ku li ser êşa jidestdana kurê xwe hozanê gel nivîsî, bû yek ji qîrîna herî bedew a ku êşên vê axê vedibêje:
“Tu çi digirî biskreşa min Ev ê jî bê û ev ê jî biçe, megirî Fîxan û hewara min gihişt ezmanan Ev ê jî bê û ev ê jî biçe, megirî Dora gulekê direh û agir e Bilbil ji destê agir her bi hewar û girîn e Çi jî bibe, ma ne dawiya zivistanê bihar e Ev ê jî bê û ev ê jî biçe, megirî Ez Daîmî me, her can di vê sirê nagihe Kesê bi rastî kamil be têra wê nûrê dike Yûsiv bi sebrê gihişt Misrê Ev ê jî bê û ev ê jî biçe, megirî.“
NAVENDA NÛÇEYAN