Dema ku ez peykerê Seyîd Riza çêdikim, li şûna ku bûyerên dîrokî û kronolojiya wan bidim, ez dixwazim balê bikêşim ser aliye derûnî jî û hêza di wî de nîşan bidim. Ji ber ku min di Seyîd Riza de hêz, bedewî û estetîk dît, min ev berhem çêkir.
MEHMET EKÎNCÎ/AHMED SEMÎR / ANHA /QAMIŞLO
Reşan Yûsif li Amûdê di kargeheke mermer de berê xwe dide huner û bêyî ku fermî perwerde bibe, dest bi çêkirina peykeran dike. Reşan bi 70 hezar kevirên hûrik mînyatureke Koloziyûma Romayê jî çêkiriye.
Reşan Yûsif li navçeya Amûdê ya ser bi Qamişloyê dimîne. Dema ku em di ber mala wî re derbas dibin, li hewşa vê mala tijî dar û kulîlk, bala me diçe ser hin peykeran. her peykerek bi gelek keviran hatiye çêkirin. Ha di hundirê vê malê de em Reşan Mihemed Elî Yûsif nas dikin, afirînerê van berheman.
Reşan 37 salî ye û di kargeha mermer, kaşî (fayans) û keviran a malbata xwe de bi salan e dixebite. Bêyî ku fermî perwerde bibe, dest bi peykersaziyê dike. Reşan dibêje malbata wî tev bi karê mermer, kaşî û keviran debara xwe dike û ev kar ji bo hunerê wî bûye destpêk. Ev karê zaropktiya wî wê paşê bibûya hewasa wî. Welê dibe ku ew dibêje, “Peyker ji bo min dibû jêdera jiyanê.”
Reşan van salên dawiyê li rex kar û barên li kargehê, xebatên şexsî jî kirine û bi demê re berhemên hunerî jî çêkirine: “Huner wekî tovekî ye ku di nava axê de şîn dibe. Ev tov di nav mala me de li gel b0avê min û apê min hebû. Helbet hem ji karê xwe hez dikirin, hem jî wek hunerê li karê xwe dinihêrîn.” Apê wî û dayika wî huner pê dane hezkirin.
Min mal kir zanîngehek
Ji ber hin sedeman, Reşan heta dibistana amadehiyê kariya bixwîne û herçî peykersazî ye, ew bi xwe hîn bûye: “Sala 2006’an em bi malbatî rastî hinek rewşên nexweş hatin. Lewma ez mecbûr mam dev ji dibistanê berdim. Min dixwest biçim Şamê û bixwînim lê şert û merc ne guncaw bûn. Kesek tine bû ku ez li cem peykersaziyê hîn bibim û xwe bi pêş ve bibim. Her tişt li ser hewla min a şexşî dima, min jî wisa kir. Ji bo çêkirina peykeran min mala xwe kir akademiyek. Avantaja min ew bû ku kargeha me ya mermer û keviran hebû. Her wiha min mala xwe jî tijî pirtûkên li ser peykersaziyê kirin û min mal kir zanîngehek.”
Di 3 salan de koloziyûm çêkir
Çaxê 10-12 salî ze bala wî li ser wênexêzç û tiraşkirina keviran e. Di ciwaniyê de jî Koloziyûma li paytexta Îtalyayê Romayê, bala wî dikişîne û dest pê dike bi hezaran kevirên hûrik berhev dike û pê mînyatura wê çêdike. Di 3 salan de Reşan berhema xwe temam dike: “Dema çêkirina Kolîzyûmê ji bo min pêvajoyeke nû bû. Ji ber ku wê demê min dev ji dibistanê berdabû û vê yekê ez gelekî xemgîn dikirim. Belkî jî wê yekê hişt ku ez Koloziyûmê çêkim.”
Kolîzyûma Romayê, bi dîroka xwe ya hezar û 900 salan û mîmariya xwe bi nav û deng e. Reşan sala 2004’an wêneyekî Kolîzyûmê dibîne û ev wêne bandorê li wî dike: “Dema ku min ew wêne dît, ez pê hesiyam ku mirov dikare bi karê xwe, xwe bigihîne tekûziyê û kamil bibe. Min di wê de hem aliye wê yê dîrokî û estetîk dît, hem jî koledarî û zordestiya di wê de dît. Her wiha ji bo şanoyê jî hatiye bikaranîn. Esas, bi qasî ku Koloziyûm desthilat û mîtolojiyê dinimîne, ew qasî jî azadiyê îfade dike. Min li ser înternet û pirtûkan lêkolîn kir. Ez sala 2005’an çûbûm serdana hevalê xwe Îsmaîl. Li cem wî ferhengeke Ingilîzî-Erebî hebû. Hema min ji xwe re lê dinihêrî û ez rastî wêneyekî Koloziyûmê hatim. Wê demê derfetên înternetê kêm bûn. Dema min ew wêne dît, pirr kêfa min hat. Ez hema çûm, min wêne mezin kir û kopiyek jê derxist. Min gelek caran li wêneyî û fîlma Gladyator temaşe kir. Min gelek wêne û vîdeo ji fîlmê girtin û ew ji bo min bûn materyal.”
Bi 70 hezar kevirî
Ji bo çêkirina mînyaturê Reşan gelek kevirên hûrik û bikêrnehatî yên di kargehê de berhev dike. Piştî xebata 3 salan Reşan bi 70 hezar keviran berhema xwe temam dike: “Piştî ku ez ji kagehê vedigeriyam, ez li ser Koloziyûmê dixebitîm. Min di 2009’an de qedand. Ji bo wê min bi temamî 70 hezar kevir bi kar anîn. Di sala 2008’an de min şaşiyek tê de kiribû. Ji ber wî kevirî min 4 hezar kevir rakirin. Belkî ew kevir wisa bimaya ji bo hin kesan ne mesele bû, lê ji bo min pirsgirêk bû. Divê mirov li ser karê xwe cidî be. Ji ber ku huner jî rastî û cîdiyet bi xwe ye.”
Hêz, bedewî û estetîk
Piştî çêkirina Koloziyûmê xebatên Reşan dewam kirine. Reşan dest bi çêkirina peykerê Seyîd Riza kiriye: “Di sala 2020’an de jî di peykerên xwe de ez li rex dîrokê, li jiyan û bedewiyê jî digerim. Ez dixwazim di dilqê mirovan de li hêz, bedewî û estetîkê bigerim û peyda bikim. Ez wan portreyên mirovan jî dîsa di dîrokê de peyda dikim. Bo nimûne rêberê serhildana Dêrsimê Seyîd Riza. Em dizanin ka dijmin li Dêrsimê komkujiyên çawa kirine. Dema ku ez peykerê Seyîd Riza çêdikim, li şûna ku bûyerên dîrokî û kronolojiya wan bidim, ez dixwazim balê bikêşim ser aliye derûnî jî û hêza di wî de nîşan bidim. Ji ber ku min di Seyîd Riza de hêz, bedewî û estetîk dît, min ev berhem çêkir.
Wehşet û hovîtiya ku beriya 80 salan li dijî Seyîd Riza û Dêrsimê hatiye kirin, hê jî bi dawî nebûye. Tiştên anîne serê Seyîd Riza, li Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî tînin serê me jî. Dijmin di serî de dîroka gel dike armanc. Divê gelê Kurd ji vê zilm û sitemkariyê xilas bibe û li gel vê yekê jî dîroka xwe baş hîn bibe. Divê ev xebat heta azadiya gel dewam bikin. Ji ber ku huner zimanê heqîqetê yê tevahiya gelan e.”