
MURADA KENDA / RÊNAS RAMO / ANHA / REQA
Leyla Ekran keçeke 15`e salî ye. Bavê wê ji Tirkiyeyê ji bajare Enqerê ye, dayika wê jî ji Emerîkayê ye. Bavê Leyla beriya bi 5 salan tevlî nav refên çeteyên DAIŞ`ê dibe, Leyla û dayika wê jî bi zorê bi xwe re dibe. 5 salên Leylayê yên ku ji şert û mercên zîndanan zehmetir derbas dibin, bi Hemleya Rizgarkirina Reqayê ya şervanên QSD`ê bi dawî dibe. Şervanên QSD`ê Leylayê ji destê DAIŞ`ê rizgar dikin.
Serpêhatiya Leylayê tenê ji çîrokên bi hezaran zarokên DAIŞ`ê zaroktiya wan bi darê zorê ji destê wan girtî, yek e. Leyla ya ku zarokatiya wê desteserkirî, behsa serpêhatiya xwe dike.
Bavê Leyla ji Enqerê ye û dayika wê jî ji Emerîkayê ye. Di malbatê de, ku ji 6 zarokan pêk dihat, zaroka mezin Leyla Ekran bû. Bavê Leyla tevlî nav refên DAIŞ’ê dibe. Malbata Leyla ku dayika wê mamoste û bavê wê doktor e, destpêkê têne Helebê. Malbata wê piştî ku salekê li Helebê dimîne diçe Reqayê ku ji hêla DAIŞ’ê ve hatibû dagirkirin. Leyla dibêje, piştî ku dayika wê hîn dibe ku bavê wê tevlî nav refên DAIŞ’ê bûye, helwestê nîşan dide, û bavê wê jî li dijî vê rewşê tim li dayika wê dixe.
Pêşî Heleb piştre Reqa
Leyla dibêje, dayîka wê ji tirsan, vê rewşê qebûl dike û wiha dewam dike: “Ez nizanim malbata min ji bo çi hat Helebê. Jixwe ez hê 10 salî bûm. Dayika min dema ku hîn dibe bavê min ketiye nav refên DAIŞ’ê, helwestê nîşan da, bavê min her tim li dayika min dixist, dayîka min jî neçar ma ku vê rewşê qebûl bike. Piştî ku em hatin Reqayê, em hemû ji hev qut bûn. Nizanim bavê min û dayîka min bi kû ve birin.”
Leyla ji malbata wê tê qutkirin û hepskirin
Leyla diyar kir ku 4 salan li malekê ew hatibû hepskirin, malbata ku ew li gel wan bû ew jî endamên çeteyên DAIŞ’ê bûne. Leyla Ekran bi lêv kir ku tu awayî nedikarî derkeve derve, çend caran fersenda ku derkeve derve çêbûye û wiha pê de çû:”Rojekê ez derketim derve. Wê rojê bûyerek çêbûbû. Zilamek bi hinceta ku wê bireve ji hêla sekvanên DAIŞ’ê ve hate kuştin. Li naverasta kolanekê ew kuştin. Dema ku min pirsî çima hate kuştin, gotin ji ber wê ji DAIŞ`ê bireviya, ji ber wê hatiye kuştin. Dema min ev bûyer bi çavên xwe dît, êdî fikra revê min ji serê xwe derxist.”
Bi zorê dane zewicandin
Leyla tîne zimên ku piştî temenê wê dibe 14, rojekê çete têne mala ku ew lê dimîne. Leyla pirsa bavê xwe ji wan dike, çete bersivê didin û dibêjin bavê te hatiye kuştin û wêneyê bavê wê yê dema kuştî didin wê, bi vî awayî Leyla bi mirina bavê xwe dihise. Leyla Ekran destnîşan kir ku piştî vê rewşê çeteyên DAIŞ`ê bi darê zorê ew bi çeteyekî 17`ê salî re zewicandiye û wiha axaftina xwe domand: “Min got, ez naxwazim bizewicim, lê çeteyan gotinên min paş guh dikirin û digotin ev qedera te ye. Hêzeke min a ku li dijî derkevim jî nebû. Wiha, bi darê zorê ez bi çeteyekî re hatim zewicandin.”
QSD`ê Leylayê rizgar dike
Leyla Ekran piştî ku bi neçarî salekê li gel wî çeteyî dimîne, herî dawî ji aliyê şervanên QSD`ê ve li navenda bajarê Reqayê hate rizgarkirin. Leyla Ekran wiha dawî li vegotina serpêhatiya xwe tîne: “Ev rojên tarî piştî ku şervanan em rizgar kirin qediyan. Êdî ez jiyaneke azad dixwazim”.