Şervanê YPG’ê Cemal Ebdullah (Zagros) yek ji wan leşkerê ku dev ji Artêşa Rêjîma El-Baas berdaye ye. Zagros El-Helebî yê Ereb sala 1991’ê li gundê El-Hiwêce yê girêdayî Helebê jidayîk bûye. Ji zaroktiya xwe ve her hez dike bibe leşkerekî xurt û parastina xaka xwe bike. Bê ku dudilî bibe sala 2010’an tevlî artêşa Sûriyeyê dibe û li bajarokê Bokemal leşkeriya xwe dike.

Sala 2011’an Zagros li bajarokê Bokemal ê li ser sînorê Iraqê nobedariyê dike lê tu carî di serê wî re derbas nabe ku Artêşa Azad êrîşî wan bike. Saet pêncê siharê Zagros dengekî ji Hoparlorê  dibihîze ku dibêje “Dev ji leşkeriyê berdin em birayê we ne, werin tevlî me bibin”. 

Artêşa Azad hefteyekê bê navber navend û çeperên wan topbaran dike. Li wê navendê 18 leşker hene. Hinek ji wan têne kuştin û hinek jî birîndar dibin. Bê xwarin û vexwarin di çeperan de asê dimînin. Artêşa Azad êrîş dike, lê belê balafirên rêjîma El-Baas ên li ser serê wan difirin û alîkarî nadin leşkerê xwe. 

Piştî hefteyekê Zagros jî ji serê xwe birîndar dibe. Gêj dibe û nizane çi li derdora wî diqewimê. Tenê tê bîra wî ku hinekan destê wî ji piştve girêdaye û derb li serê wî dane û ew ji hiş çûye.

Artêşa Azad Zagros û hevalên wî yên ketine destê wan, dibin bajarê Dêrezorê. Piştî wê destê wan girêdayî û di rewşeke perîşan de Artêşa Azad wan li hemû gund û kolanên Dêrezorê digerîne.  

Zagros sê mehan di girtîgeha Dêrezorê de dimîne. Her sê mehan bi êşkencê derbas dike. Piştre pirsên li ser rewşa malbata wan a madî dipirsin û hejmarên telefonên malbatên wan dinivîsin.


Wî bi dayîka wî re didin axaftin

Piştî du rojan, tên û Zagros bi dayika wî re didin axaftin. Zagros çawa telefonê radike dengê giriyê dayîka xwe dibihîze. Dayîka wî jê re dibêje dilê min li ser te ne rehet e. Çawa vê gotinê ji dayîka xwe dibihîze ew jî digirî. Zagors tenê ji dayîka xwe re dibêje min bêriya himêzkirina te kiriye û telefon qut dibe.

Piştî ku wan li pêşiya kamêra didin axavtin pere bi miqdarê 1 milyon lîreyên Sûrî ji malbata wî dixwazin. Sê mehên bi êşkenceyê di ser girtina wî re derbas dibin û xalê wî piştî ku milyonek lîre dide Artêşa Azad wî berdidin.

Xalê Zagros wî nabe Helebê, wî tînê bajarê Serêkaniyê yê Kantona Cizîrê. Zagros paşê çar mehan li bajarê Qamişlo derman dibe. Nesaxiya Zagros rehet nabe û neçar dimîne her şeş mehan ji ber girêka ji mektoban di zikê wî de çêdibe xwe emeliyat bike.


Koçberiya ber bi Efrînê ve

Piştî ku birayê wî û hin endamên malbata wî li Helebê di şerê di navbera Artêşa Azad û rêjîma baasê de jiyana xwe ji dest didin, malbata wî koçberî Efrînê dibe. Tevgera Civaka Demokratîk bi wan re dibin alîkar û ew niha li Efrînê dijîn.


Niha şervan e

Piştî ku YPG’ê nas dike sala 2013’an tevlî nav refên YPG’ê dibe. Tevlî şerê Serekaniyê, Şedadê û Girê Spî dibe. Gelek hevalên wî li kêleka wî jiyana xwe ji dest didin. Zagros dibêje, hevaltiya YPG’ê gelek bandor li wî kiriye û dikare bi ziman û çanda xwe di nava YPG’ê de bijî.



RONAHÎ XELÎL/ANHA / DIRBESIYÊ