
Wehşeta DAIŞ´ê ku li Rojava û Şengalê anî serê gelê Kurd hê ber bi hev ve nehatiye îfadekirin. Şerê li welatê me hê ranewestiyaye lewra jî gurmîna şer dengê vegotinan kêm dike. Necmeddîn Ehmed jî bi serpêhatiya xwe parçeyek ji DAIŞ'ê radixe ber çavan. Li Reqayê DAIŞ serê kurê Necmeddîn Ehmed jê dike û teslîmî wî dike. Dûre ji Reqayê derdikeve tê Rihayê li wir jî dibe navbeynkar û jinekê Êzîdî ji destê DAIŞ´ê xelas dike û teslîmî malbata wê dike. Her wiha Necmeddîn Ehmed destnîşan dike ku niha jî li Reqayê nêzî 100 jinên Êzîdî di destê DAIŞ'ê de ne.
Di bin desthilatdariya DAIŞ´ê de
Necmeddîn Ehmed Kurdê Reqayê ye, gava li Reqayê bû DAIŞ kontrola bajêr digire destê xwe, wî û kurê wî dixin hepsê û serê kurê wî ji ber Kurdbûna wî jê dikin û teslîmî wî dikin. Necmeddîn ji destê DAIŞ'ê difilite û tê Rihayê. Li wir jî, bi birayê xwe re dikeve têkiliyê û jinekê Êzîdî bi pereyan ji destê DAIŞ'ê xelas dike û teslîmî malbata wê dike.
Dek û dolabên DAIŞ´ê
Necmeddîn Ehmed li Reqayê karê emlaqê dikir. Li gorî vegotina wî, li Reqayê kesek gazî wî dike û jê dipirse ka bihayê xaniyê wî çiqas e. Necmeddîn jî dihere malê ji bo li xanî binihêre, lê li xanî jineke tenê heye, Piştre zilamê DAIŞ'ê tê û dibêje : "Tu ji bo jina min hatiye vir". Hingê Necmeddîn fêhm dike ku her tişt lîstik e, ji ber zilamê DAIŞ'ê dawa 5000 hezar pereyên Sûriye lê dike. Dibêje: "Heger tu vî pereyî nedî ez ê jî giliyê te li cem polêsên Şerîatê bikim." Piştî vê lîstikê wî diavêjin zindanê û gefa serjêkirinê lê dixwin.
Necmeddîn bi tevahî 40 rojan li hepsa DAIŞ'ê, bi 80 kesî re li odeyeke di bin erdê de dimîne. Li wir jê re dibêjin : "Heger tu sûcê xwe qebûl nekî em ê zarokên te jî bigirin, bavêjin hepsê." Piştî 4 rojan bi hinceta kurê wî Rodî cixare kişandiye, tînin hepsê.
Tirsa dagirkirina Kobanê
Li hepsê DAIŞ wî gunehbar dike ku di mala xwe de civîna PKK pêk aniye. Navê zarokên wî jê dipirsin û ji ber navê zarokên wî bi Kurdî bûn, dibêjin ew nav, navên kafiran in. Li zindanê girtiyên din li Necmeddîn didin ji ber ku DAIŞ'iyan ji girtiyên din re gotiye, "Ew kufrî ye"
Dîwarê Naîm li Reqayê cihê serjêkirinê ye. Kesên ku serê wan jêkin, tînin wir li ber çavê însanan serê wan jê dikirin. Bi hinceta birina cem Dîwarê Naîmê wî dibin devereke din, Necmeddîn ji bo vê kêliyê dibêje, "Li derve dengê teqînan dihat. Ez pir tirsiyam Kobanê ketiye destê wan. Vê rojê DAIŞ'î hatin cihê ez lê dimam û gotin, "Eyn el Îslam (Kobanê) ket destê me. Hin kesên Kurd li gel min ji bo moral bidin min digotin derewan dikin."
Serê kurê wî jê dikin
Necmeddîn Ehmed 30 rojan li gel kurê xwe di xaniyekî bin erdê de dimîne. Piştî 30 rojan wî berdidin lê kurê wî tê de dihêlin. Piştî çend rojan dixwaze kurê xwe li hepsê ziyaret bike. Wan rojan jî DAIŞ li Kobanê têk çûye, û hêrsa têkçûyîna xwe ji Kurdê li Reqayê derdixe û serê kurê Necmeddîn Ehmed, Rodî jê dikin û teslîmî wî dikin. Necmeddîn Ehmed dibêje, kesên ku serê wan jê dikirin, termê wan teslîmî wan nedikirin lê ji bo kezeba min bişewitînin, bi şertê nimejê li ser wî nekin, dan min. Jê re dibêjin, kurê te civîna PKK´ê li mala xwe çêkiriye û însan ji bo PKK´ê bi rêkxistin kirine.
Rizgarkirina jina Êzîdî
Necmeddîn Ehmed dema li Rihayê ye gelek rojnameger dixwazin pê re hevpeyvînê bikin lê belê, ji ber ku birayê wî li Reqayê maye, newêre, ditirse ku tiştekî bînin serê birayê wî.
Necmeddîn Ehmed ji birayê xwe Luqman Ehmed dibihîse ku DAIŞ´ê jinekê Êzîdî anîye nêzî Reqayê li cem kesekî Ereb ê nas. Luqman ji bo jina Êzîdî ji destê DAIŞ'iyan rizgar bike, dixwaze pereyan bide û wê bîne cem xwe. Piştî vê jî birayê Necmeddîn dixwaze demildest ji Reqayê derkeve û here Girê Spî û dûre jî bi qaçaxî derbasî Tirkiyeyê bibe. Hê wê çaxê Girê Spî jî di destê DAIŞ'ê de bû. Jina Êzîdî jî li gel malbata xwe tîne Rihayê. Li vir bi birayê xwe Necmedîn Ehmed re dikeve têkiliyê û dixwaze xwe bigihîne malbata keça Êzîdî. Necmeddîn li malbata keça Êzîdî digere û ji wan re dibêje keça wan li gel wî ye.
Malbata keça Êzîdî ji Başûrê Kurdistanê tê Rihayê. Necmeddîn Ehmed welatparêzên derûrorê jî agahdar dike û bi şahiyekê keça Êzîdî tesîlmî malbata wê dikin. Li wir Necmeddîn Ehmed dibêje ku malbat teklîfa pêre lê kiriye, lê wî ev yek qebûl nekiriye û ji vê teklîfê aciz jî dibe. Dûre DAIŞ jî ji vê meseleyê agahdar dibe û gefê lê dixwe.
Herî dawî em pirs dikin, ka gelo niha li Reqayê çend jinên Êzîdî di destê DAIŞ´ê de hene, bersiva wî bi dengeke kelegorî wiha ye: "Gava DAIŞ ket Şengalê, nêzî 300 jinên Êzîdî anîn Reqayê, ji wan 100 hê jî li Reqayê ne."
RODÎ AHMED