Hate gotin ku II. Efram bi armanca ziyaretkirina xiristiyanên Asurî-Suryani-Keldanî û şopandina rewşa wan hatiye Qamişlo. Piştî pêşwazîkirinê II. Efram û keşeyên pê re çû Dêra Mar Yaqup a Suryaniyên Ortodoks û li vir jî ji aliyê dehan welatiyan ve hate pêşwazîkirin. Piştî şande derbasî hundirê dêrê bû merasîma xêrhatinê hate lidarxistin.
Li vir berpirsyarê Dêra Mor Yaqup El Xurî Şemûn Îbrahîm xêrhatina serpîskopos û şandeya pê re kir. Şemûn Îbrahîm li ser rola Suryaniyan a di şoreşa Rojava de rawestiya û destnîşan kir ku kurd, ereb û suryaniyan ji bo parastina herêma Cizîrê gelek bedel dane. Piştre serpîskopos II. Efram axivî û li ser hevgirtina pêkhateyên herêmê ya ji bo parastina Suriyê rawestiya. Keşe bang li gelê Suryanî û gelên herêmê kir ku ji xaka xwe koç nekin û wekî pêkhateyên kurd, ereb, suryan, asurî, ermen xaka xwe ya bi xwîna zarokên wan hatiye avdan biparêzin.
Efram di 3’ê gulana 1965’an de li bajarê Qamişlo ji dayik bûye. Dibistana seretayî li vir qedandiye û di sala 1977’an de çûye Lubnanê. Di sala 1984’an de Kuliyeya Îlahiyatê ya Ortodoksan a li Qahireyê û di sala 1988’ane de bawernameya xwe stend.Di 31’ê Adara 2014’an de ji aliyê Kombûna Suryaniyên Antakyayê yên Ortodoks a Pîroz ve wekî keşeyê 123’yemîn Antakya û Rojhilat hate diyarkirin.
ANHA/QAMIŞLO