Kovara Şerq El-Ewset el-Demokratî (Rojhilata Navîn a Demokratîk) ku ev 10 sal in li ser mijarên fikrî-teorîk weşanê dike, êdî li Rojava, Sûrî, Libnan û Misrê jî tê çapkirin û belavkirin.
Kovara Şerq El-EwXsed a Demokratîk bi zimanê erebî weşanê dike û li ser mijarên fikrî-teorîk radiweste. Kovarê sala 2005’an de li paytexta Iraq Bexdayê, piştî ku ji aliyê Sendîkaya Rojnamevanan a Iraqê ve hate erêkirin, dest bi weşana xwe kir. Bi taybetî mijarên wekî “Li Rojhilata Navîn siyaset, îdeolojî, civak, çand, demokrasî, ekolojî, azadiya jinê, pirsgirêkên li vê erdnîgariyê, sedemên wan û rêyên çareseriyê” dike rojeva xwe.
Wekî çavkaniyekê tê dîtin
Her hejmara kovarê ji 96 rûpelan pêk tê û 3 mehan carekê hejmarekê diweşîne. Kovara ku heta niha 30 hejmarên wê derçûne, li gorî mijarên hatine diyarkirin, cîh dide nivîs û nirxandinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û nivîskar-rewşenbîrên Kurd û Ereb.
Bi mijarên ku di hejmarên xwe de cîh daye û lêkolîn û nivîsên hatine dayîn, kovarê bi taybetî di nava nivîskar, rewşenbîr û akademîsyenên Ereb de gelekî hat ecibandin. Gelek nivîskarên kovarê Ereb in.
Êdî li herêmê belav dibe
Kovar heta niha li Iraq û Ewropayê dihat belavkirin. Lê di nava vê demê de rastî elaqeyeke mezin hatiye û li ser daxwaza xwendevanên wê û derdorên akademîk êdî li Misir û Libnanê jî tê çapkirin û belavkirin. Her wiha piştî Şoreşa Rojava li Sûriye û Rojava jî dest bi çapkirin û belavkirina wê hate kirin.
Hejmara 29’an a Kovarê ji bilî Iraq û Rojava cara yekemîn e ku li Misrê jî hate çapkirin û belavkirin. Hejmara 30´î, ango hejmara dawî ya kovarê jî li van navendan cara yekem li Libnanê jî hate çapkirin û belavkirin.
Di hejmara dawî ya kovarê de mijarên wekî, “Desthilatdarî û rêveberî, li Rojhilata Navîn ferasetên desthilatdariyê, alternatîfa van ferasetan çawa dikare bê afirandin û zîhniyeta demokratîk” hatine nirxandin.
Derbarê mijarê de jî kovarê cîh daye nirxandinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên di paraznameyên wî de û nivîsên rewşenbîrên Kurd û Ereb.
Şerq El-Ewset her wiha li ser înternetê jî li ser navnîşana www.alawset.net weşanê dike û hemû hejmarên hatine derxistin, li ser vê malperê hatine bicîhkirin.
Kesên ku dixwazin xwe bigihînin kovarê jî dikarin bi riya navnîşana serqelawset@gmail.com nêrîn û pêşniyarên xwe ragihînin an jî têkiliyê bi redaksiyona wê re deynin.
NAVENDA NÛÇEYAN