SADIYE ESER / MA / STENBOL


Daneyên nû yên der barê tirkîkirina muzîka Kurdî de derdikevin holê. Herî dawî li ser Twitterê hesabê bi navê Serhat Eyalet Lordu di vî warî de hin tişt parve kiribûn û bi vê yekê tirkîkirina muzûka Kurdî careke din ketibû rojevê. Li ser medyaya civakî hesabê bi navê Copy Paste jî heman xebatê dike. 

Endamên koma Copy Pasteyê hem di malperê de hem jî bi riya Instagram, Twitter, Youtubeyê xebatan bi rê ve dibin. Wan diyar kir ku ev nêzî 3 mehan e heman xebatê dikin. 


Ji sala 1925´an ve dizên fermî ne

Endamên komê dan zanîn ku der barê muzîka Kurdî de çi hebe, hatiye xespkirin. Koma Copy Paste bi bîr xist ku gelek stranên Kurdî li Tirkî hatine wergerandin. Copy Paste bal kişand ser belgeyeke nepen ku di sala 1925`an de di çarçoveya Plana Şerq Islahatê de hatiye amadekirin û got: “Ev hevokên ku di vê belgeyê de cih digirin, nîşan didin, ka bi çi awayî ev yek hatiye kirin; `…divê neyê jibîrkirin ku cilûberg, stran, lîstik, dawet, erf û edetên civakê jî tim û tim hestên neteweyî hişyar dikin û peywendiya civakê ya bi rabihuriya wê re xurt dikin. Ji ber vê, divê tevî zaravayên wan ev tişt wek tiştên bixisar bên nîşandan, bên pîskirin(…), yanî divê zimanê wan, edetên wan bên tirkkirin… Ev peywireke girîng e.`”     

 

Berhevkirin ji bo parastinê hewce ye

Copy Paste, dest nîşan kir ku ew xwedî li stranên ku çavkaniya wan Kurdî ne, û bêyî ku çavkaniyên wan bên nîşandan, hatine tirkîkirin, derdikevin. Copy Pasteê diyar kir ku ji bo parastina çanda Kurdî, berhevkirina wê hewcetiyek e. Endamên komê anîn ziman ku wan xebatên Navenda Çande a Mezopotamyayê (NÇM) raçav kirine û bi saya van xebatan ew bûne şahidên gelek tiştan û wiha domandin: “Mînak me dît ku pirraniya repertuwara muzîka Tirkî ji newayên muzîka Kurdî pêk tê. Hunermendên wek Îbrahîm Tatlises bi Tirkî ji bo kilamên me gotin nivîsandine. Bi vî awayî hewl dane ku xwemaliya wan a Kurdî bê jibîrkirin.” 

Copy Paste, diyar kir ku xebatên wan ên di vî darî de didomin û got: “Diziya stranan polîtîkayeke bişavtinê ye, nehesibandin e.”  

 Rûpelên Copy Pasteyê ev in: 

*Web:  https://www.copypastemuzik.com 

*http://twitter.com/muzikcopypaste,

*http://www.instagram.com/copypastemuzik/

*http://www.facebook.com/copypastemuzik/

*https://www.youtube.com/channel/UC9DvFuta3B2KDUiZ_iqQ0AA